Cîhan

Serok Nêçirvan Barzanî li gel wezira derve ya swêd civiya

Di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde civiyan.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde “Baş e, gelekî kêfxweş im bi civîna ligel Serok. Peywendiyeke gelekî bihêz di navbera Swêd û Kurdistanê de heye. Min bi xwe serdana Hewlêrê kiriye û peywendiyeke gelekî baş a siyasî di navbera me de heye, lê peywendiyên me yên gelekî baş ê kesî jî hene; ew jî li gor min girîng e. Bi nerîna min peywendiya navbera Kurdistan û Swêdê bihêz e û dema çendîn deh salan berdewam e û ew peywendî jî di çendîn deh salên siberojê de berdewam dibin.”

Peywendiyên Swêd û Herêma Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj in. Di dema şerê DAIŞê de, Swêdê nêzîkî 200 şêwirmendên leşkerî ji bo alîkariya şandin Pêşmerge Herêma Kurdistanê. Di heman demê de hejmara kurdên li Swêdê dijîn ji 150 hezarî zêdetir e.

Back to top button