Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî spasî Almanya û welatên dost kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li duyem roja çalakiyên xwe ya li Konferansa Asayîşa Munich da, li hevdîtinek da li gel Nils Schmid Berdevkê Komîteya Karubarê Derveyê Parlemena Almanya, behsa rewşa siyasiya Iraqê, pirsa koç û rewşa koçberan li tixûbên Belarûsya, gefên Da’îş û dirêjkirina dema erkê hêzên Almaniyan li Iraqê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo hevkarîkirina wan ya li pirsa koçberan û ji bo dirêjkirina dema erkê hêzên Almaniyan li Iraqê, spasî Almanya û welatên dost li Ewrûpayê kir.

Di derbarê rewşa koçberên Êzdiyan jî Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir eger rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê bê bi cîhkirin, dibê derfeteke baş ya aramî û vegerana xelkê Êzdî ya cîh û warên wan.

Her du alî pirsa pêşxistina demokrasiyê û binyatnana sazî û damezraweyan û bihêzkirina wan li Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û hevra bûn ku Almanya û welatên dost dikarin li vî derbarî de hevkar û yarmetîder bin.

Back to top button