PolîtîkRojev

Çekdarên PYDê rojnemevan Ehmed Sofî revand

Çekdarên PYDê, rojnamevan û endamê Encûmena Herêmê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Ehmed Sofî li Dêrikê revand.

Şeva borî çekdara bi ser mala rojnamevan û endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê Ehmed Sofî li gundê Bane Qesrê yê ser bi Dêrikê ve girt û ew ber bi cihekî nediyar ve revand.

Rojnemevan Ehmed Sofî, peyamnêrê ARK TV û Rêbaz News e û pêştir jî di Cotmeha sala 2018an de jî ji aliyê asayişa Dêrikê ve hatibû revandin û roja 6 Adara 2019an serbest hatibû berdan.

Çekdarên PYDÊ li Qamîşlo 5ê vê mehê jî rojnamevan û peyamnêrê ARK TV Sebrî Fexrî binçav kiribû û ew ber bi cihekî nediyar ve biribû.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê derbarê revandina rojnamevan û medyakaran ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve dibêje: “Armanckirina xebatkarên ragihandinê û saziyên ragihandinê ji aliyê vê Rêveberiya Xweser û komên wê yên çekdar ve, zêdegaviyeke ne rewa ye ku armanca wê, bêdengkirina rojnamevanan û veşartina têkçûna wê rêveberiyê di hemû astan de ye.”

Herwiha ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîka dike, fişarê li PYDê bike, ta ku dawî li van binpêkirinan bîne, hemû rojnamevan û medyakaran serbest berde û rê bide saziyên çapemeniyê bi azadî kar bikin.

Back to top button