Civak

Dîsa Tirkiye gundekê Qezaya Mawet bombebaran kir

Şeva derbasbûyî li qezaya Mawet firokeyên tirkiye otombêlekê gerîlayên PKK kire armanc û pênç gerîlla jiyana xwe ji dest dan û ziyan bi çend xaniyekê gundê Sefre gihîşt û nexweşxaneya gund jî rûxa.

Kameran Hesen Qaymeqamê Qezaya Mawet ragihand: “Nêzîkî demjimêr 12ê şeva derbasbûyî li gundê Sefreya ser bi Şarbajêr, firokeyên tirkiye du mûşekan êrîşî otombêlekê gerîlayên PKK kir ku bi nêzîkî gund da derbasdibû, mûşekek ber otombêlê ket û pênç gerîlayên PKK têda bun û her pênc jî şehîdbûn”.

Qaymeqamê Qezayê Mawet balê dikşîne li ser wê yekê ku “Mûşekeke din ber nexweşxaneya gund ket û rûxiya, baş bû ku hîç nexweş û karmendekê tendirustiyê li nava nexweşxaneyê de nebûn, çend malek jî ziyanên maddî li ber wan ketiye.”

Back to top button