Dirûna genim û ce li Kerkûkê destpêkir
Dirûna dan (genim, ce, nisk hwd) li parêzgeha Kerkûkê destpêkir, lê dirûn di demek deye ku hê deşt bi tevahî zer nebûye.
Cotkar di nava gelek kêşe û astengiyan de genim û ce didurin ku zêdetir ziyanê nebînin. Li proseya dirûnê da îsal cotkar û xwediyê deraseyan her yek ji wan çendîn agirkujan amade kirine ku eger agir bi zevî girt di demeke nêzîk de bitemirînin.
Eve çendîn sale zeviyên çandinê ji aliyê Daîş ve dihatin şewitandin, ne bi tenê li Kerkûkê belkû her cihê ku destê Daîş û ereb û tirkên şovenîst gihiştibûya agir berdidan zeviyên Kurdan û eve jî wiha kiriye ku cotkar hê genim baş zer nebûyî dest bi dirûtinê bikin.
Li sala derbasbûyî li her çar perçeyên Kurdistanê zeviyên genim û ce hatibûn şewitandin û ziyana herî mezin jî li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê pêkhatibû. Lê belê li Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê jî zeviyên cotkarên Kurdan kêmtir ziyanê dîtibûn.