Polîtîk

Ji bo xizmetkirina xuşk û birayên Êzdî, erkekê pîroz li ser milên Bingeha Laliş e

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta 27 saliya damezrandina Bingeha Laliş

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Serok û Endamên Desteya Bilinda Bingeha Laliş

Bi helkefta bîst û heft saliya damezrandina Bingeha Laliş pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û endam û kadirên Bingeha Laliş û hemû xuşk û birayên Êzdî dikim. Ji bo pêşvebirina rewşa çandî û civakî ya xuşk û birayên Êzdî, spasiya tevger û xebat û keda we dikim û destên we xweş bin.

Ji bo xizmetkirina xuşk û birayên Êzdî, erkekê pîroz li ser milên we ye. Ji bilî derbirîna piştevaniya xwe ya ji bo kar û çalakiyên we, hêviya bexteweriyê û aramiyê û kevandina birînan, ji bo hemû xuşk û birayên Êzdî dixwazim û her serkeftî bin.

Bimînin di xêr û xweşiyan da

Mesûd Barzanî
11.05.2020

Back to top button