Polîtîk

Serokê Kurdistanê û Serokê Iraqê rewşa Iraqê guftûgo kirin

Îro dûşem 10.05.2020 li hevdîtineke bajarê Silêmaniyê da birêzan Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqê û Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê rewşa siyasî û hengavên piştî pêkanîna Hikûmeta Iraqê û pêwîstiya çareserkirina qeyranan guftûgo kirin.

Li hevdîtinê de behsa pêşhatên siyasiyên Iraqê kirin û her dû alî bi girîngiyê ve tekez li ser pêwîstiya çareserkirina qeyran û nakokiyên berev pêkanîna aramî û nirxandina jiyan û debara welatiyên hemû navçeyan û bi Herêma Kurdistanê ve jî kirin.

Her li vê çarçêweyê da bi girîngiyê ve behsa pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê ya bi Serokayetiya birêz Mistefa Kazimî kirin. Ji bo derbaskirina qeyranan û karkirina dabînkirina debar û tendirustiya welatiyan, dakokiyê li piştevanî û hemahengiya li gel Hikûmeta Federal da kirin. Her wiha bi navê têkşikandina paşmayên terorê û aramiya emnî li hemû navçeyên Iraqê da, çareserkirina kêşeyên helawestiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê li gor destûrê, bi taybetî jî yek alîkirina pirsa budçe û mûçeyên feranberan kirin.

Her li vê hevdîtinê de behsa pêwîstiya yekrêzî û nehiştina aloziyên li Iraqê kirin, bi awayek ku hemû hêz û şiyan ji bo desteberkirina aramî û debara xelkê û encamdana çaksaziyên bingehîn bê terxan kirin û li şûna nakokî û gengeşeyên teng, li gor destûrê xizmeta xelkê û daxwaziyên wan bê kirin.

Li mijareke dinê hevdîtinê de her dû alî tekez li ser yekrêzî û tebayî ya li Herêma Kurdistanê kirin, bi cûreyek hemû alî dûrî li girjî û aloziyan, şiyanên xwe ji bo bi deng ve hatina pêwîstiya welatiyan û dabînkirina debara wan û aramiya siyasî û emnî yê terxan bikin.

Back to top button