Civak
Dîrok ji bo Heskîfa nû tê veguhaztin
Li Heskîfê guheztina cihê eserên dîrokî berdewam e. Wek tê zanin piştî çêkirina bendava Xêste Heskîf dimînê di bin avê de. Ji bo vê yekê Heskîfek nû hatiye avakirin û hinek eserên dîrokî ji bo Heskîfa nû têne veguhaztin.Ji berî niha Tirba Zeynel Beg bi operasyonek serkeftî hate veguheztin . Niha jî hewldan ji bo veguheztina 5 eserên din heye.5 eserên dîrokî heta dawiya sala 2018ê bi temamî ji bo Heskîfa nû têne veguhaztin.