Dîplomasiya Kurd û Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Kurdistanê  bi vexwandinek fermî beşdarî di merasima yadkirina sedsaliya şerê Çanakalayê de kir.

Ev rewrisim û herweha li Erîvanê rewrisma sedsaliya yadkirina komkujiya Ermeniyan heman rojê de 24ê Nîsanê de pêkhat. Hukumeta Tirkiye bi zanebûn di eynî rojê de ev çalakî li darxist.

Gelek welatên cîhanê tevlî herdu rewrisman bûn. Serokwezîrê Kurdistanê li Çanakkale bû,komkujiya Ermeniyan jî di heman demî de wek pêşniyar radestî parlementoya Kurdistanê hate kirin.

Beşdariya serokwezîrê Kurdistanê ji aliyê hinek kurd û herweha ji hinek tirk ve hate rexne kirin.

Beşek ji kurdan ev beşdarî li gora siyaseta dewletan û herweha wek pêwistiyên pêwendiyên Kurdistanê û dewletên din nirxandin. Lê gotin, diviya Ala Kurdistanê jî bihata bilind kirin. Ev yek tê fam kirin û di vî warî de bilind kirina Ala Kurdistanê wek her kurdekî li ser xeta netewî daxwaziya Nêçîrvan Barzanî bi xwe ye jî.

Lê hinek kurdan ev yek bi awayek din û hesabên biçûk yên siyasî nirxandin ev cidî nayê girtin. Herkes pêwendiyên Serokwezîrê Kurdistanê û dewletên herêmê dizane, vekirî zelal û li himber çavên Raya Giştî ye. Ne pêwendiyên veşartîne. Lê ne xerîbe ku ew aliyên rexneyen ne li ser rê dikin di nava hemû cureyên pêwendiyên qirêj de ne.

Ji aliyek din hinek nijadperestên Tirk vêcarê rexne li Erdogan dikin ku ji bo çi Nêçîrvan Barzanî vexwandiye rewrisma Çanakkale. Lê wek din jî hinek rewşenbir û rojenemevanên Tirkiye bersiva nijadperastan didin û dibêjin:

Mahcupyan dibêje: “Divê encama pêwendiyên baş mirov erênî li vê vexwandinê binêre.  Hinek rexna dikin lê gel ne li van rexneyan e. Berê Kurdistan xeta sor bû ji bo Tirkiye lê îro ew nemaye û serokwezîrê Kurdistanê bi fermi li Tirkiyeye û pêwendiyên gelek kûr hatine danin. Erdogan û Barzanî du aktorên mezinin li herêmê.“

Rojnemevanê Yeni Safakê Ali Bayramoglu ji dibêje: “Siyaset tê guhertyin, realite tê guhertin Tirkiye van rastiya dibîne. Tirkiye hêdi dizanê ku nabê heyina Kurdan nebîne û inkar bike. Tirkiye dixwaze li gel Kurdistanê pêwendiyên baş deyne. Berê Tirkiye di vê yekêî de problem dertêxistin. Ji bo vê yekê gavên Tirkiye niha tavêje geleki girîngin. Kurd di dostaniya stratejik de Tirkiye wek kandîdatekî dibîne, ev geleki giring e.“

Çalakvan Veysi Menekşe:   “Vexwandina Barzani û hatina wî erêniye. Barzani siyasetê dizanin û pêwistiyê wê jî pêktînin. Tirkiye rastiya Kurdan nû dibîne. Politika li ser rastiyê tê avakirin herdu ali jî muhtacê hevin. Belki di dîrokê de cara yekem berjewendiyên dewletên mezin û Kurda hev re digoncin. Ev teqdira xwedêye.“

Kurdistana Başûr berbi dewletbûnêve diçe. Ji bo vê yekêjî pêwendiyên herêmî û cîhgirtina di nava dewletên Cîhanê de bi hinek minasebetan pêwistiyeke. Îro statuya Kurdistana Başûr ne statuya dewletek serbixweye. Gelek pêşketinên qada navnetewî de pêktên de serok û serokwezîrê Kurdistanê wek berpirsên dewletek serbixwe têne pêşwazîkirin ev yek De-Fakto ye.

Pêvajoya berbiçûyîna dewletbûnê di nava xwe de û qada navnetewî de hinek astenga dertêxe holê, rexne û tawankirina desthilatdariya Kurdistanê di hinek pirsan de hesanî dibe. Lê tiştek rê li ber bi rêketina dewletbûnê nagire.

Divê her kurdek bizanibe ew ala ku ji destê pêşewa Qadî Muhemmed teslimê serokê nemir Barzanî hatî kirin îro Ala fermî ya Kurdistanêye, û kesek ji Nêçîrvan Barzanî behtir naxwaze ew Al bi qada navnetewî de wek ala dewleta Kurdistanê di nava Alayên welatên cîhanê de bête bilind kirin.

Dema mirov bûyerekî binirxîne her çikas aliyên hissî carna serdestiyê jî bike , divê em berjewendiyên bingehîn yê netewî berbi çav bigrin.

Kesen li dijê dewletbûna kurda bin û astengiya di rêya serxwebûna Kurdistanê de çêdikin tu mafê wan tuneye rexnê ne di cîh de li Nêçîrvan barzanî bikin.

Hemû rêyên diçe dewletbûna Kurdan mûbah e.

28.4.2015
Dara Bilek

1818

1820

Nerîna min :