Civak

DILKURD: Em piştgiriyê didin xebatên Egîtîm-Sen’ê ya Amedê yên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê.

DILKURD, bi kêfxweşî pêşwazî li komxebata bi navê “Di Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê Ber Bi Çareseriyê: Îmkan, Asteng, Pêşniyar” ku ji aliyê Şaxa Egîtîm Sen a Amedê ve tê lidarxistin, dike.

Em weke DILKURDê piştgiriyê didin hemû xebatên zanistî, akademîk û civakî yên ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê. “Atolyeya Perwerdehiya Zimanê Dayikê” ya Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Amedê yek ji xebatên hêja ye di vî warî de û di warê pêşxistin û belavkirina perwerdeya Kurdî de xwedî girîngiyeke mezin e. Em her pêngava ku ji bo zindî û xurtkirina zimanê kurdî hatiye avêtin, bi nirx dibînin û piştgiriya xebatên di vî warî de dikin.

Naskirina fermî û qanûnî ya pêkhateya pirzimanî ya li Tirkiyeyê ji bo misogerkirina aştiya civakî û hemwelatîbûna wekhev gaveke girîng e. Hewldanên Egîtîm Senê bi vê komxebatê re girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî zêde dike û di pêşxistina çareseriyên konkret de dibe alîkar.

Di vê çarçoveyê de em spasiyên xwe pêşkêşî Şaxa Egîtîm Sen a Amedê û hemû akademîsyen, perwerdekar û aktîvîstên ku ked dane komxebatê dikin û careke din tekez dikin ku ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê em bi wan re ne.

Weke DILKURD em ê jî bi pêşengiya Egîtîm-Sen Şaxa Amedê di navbera 12-13’ê Avrêlê de li Amedê beşdarî Komxebata Perwerdehiya Zimanê Dayikê bibin.

Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD)

04.04.2025

Back to top button