Cîhan

Diktatortirîn serokên cîhanê

Kovara Foreign Policy di hijmara dawiyê ya tîrmehê a 2010ê de navê 23 serokên welatên cîhanê yên diktatortirîn û xirabtirîn serok destnîşan kirine. Ew 23 serokên herî diktator û xerab serokatiya 1,8 milyar xelkê dikin û bi tu awayê rê nadin ku li welatên ew serokatiyê lê dikin dengê opozisyên hebe û bi dijwarî hemû dengên nerazî bêdeng dikin.

1- KIM JONG IL serokê Koreya Bakûr di serê lîsteyê de ku ev 16 sale serokatiya Koreya Bakûr dike. Kovara  Foreign Policy dinivîse ku Kim Yuong kesekî zalim e, hemû neyar û opoziyon di zînadana de darizandine, aboriya welat ber bi xerabiyê diçe û bi milyara dolaran li çekê noklerî serif dike.

 2- ROBERT MUGABE serokê Zîmbaboy di rêza duyê deye ku ev 30 sale hukmî li welêt dike.  Kovara Foreign Policy Mogabî bi xwînxwartirîn diktator wesif dike. di destpêkê de Mogabî weke serokekî têkoşer û  welatperwer li dijî koloniyala berîtaniyayê xebat kir û hukim girte destê xwe, paşî bû serokekî zordar û xwînrêj, dinivîse Foreign Policy.

3- THAN SHWE serokê Burma, 18 sale serok e.

4- OMAR HASSAN AL-BASHIR serokê Sudanê ku 21 sale serokê Sudanê ye. Li Darfor li başûrê Sudanê bi hezaran kes bi emrê Beşîr hatine kuştin.  Ew bitevkujiyê tawanbar e û polîsê lêdugere wî bigire.

5- GURBANGULY BERDIMUHAMEDOV serokê Tikmenistanê, 4 sale serokatiyê dike.

6- ISAIAS AFWERKI serokê Erîteriyayê. 17 sale serok e.

7- ISLAM KARIMOV serokê Uzbikistanê. 20 sale serok w.

8- MAHMOUD AHMADINEJAD serokê Îranê, 5 sale serokatiyê dike. Kovara Foreign Policy dinivîse ku Ahmedinejad li hemberî raya cîhanê rawestaye û berdewamiyê bi çîkirina çekê noklerî dide û gelej bi dijwarî li dijê opozisyonê tevdigere.

9- MELES ZENAWI serokê Esyopiya, 19 sale serok e.

10- HU JINTAO serokê Çînê, 7 sale serok.

11- MUAMMAR AL-QADDAFI serokê Lîbiyayê, 41 sale serok e.

12- BASHAR AL-ASSAD serokê Suryayê, 10 sale serokatiyê dike. Ew bi milyona dolaran li Libnan û Îraqê serif diek, lê aboriya welêt îhamkiriye û di rewşke xirab deye. Ew bi îstîxbarat û mixabiratê hemû Suriye kontrol kiriye.

13- IDRISS DÉBY serokê Çadê, 20 sale serok e.

14- TEODORO OBIANG NGUEMA MBASOGO of Equatorial Guinea, 31 sale seroatiyê dike.

15- HOSNI MUBARAK serokê Misrê 29 sale serok e.

16- YAHYA JAMMEH serokê Gambiya, 16 sale serok e.

17- HUGO CHÁVEZ serokê  Venezwela, 11 sale serok e.

18- BLAISE COMPAORÉ serokê Burkina Faso, 23 sale serok e.

19- YOWERI MUSEVENI serokê Uganda, 24 sale serok e.

20- PAUL KAGAME seroê ruwenda, 10 sale serok e.

21- RAÚL CASTRO serokê Kuba, 2 sale serok e.

22- ALEKSANDR LUKASHENKO serokê Rusiya Spî (Belarus) 16 sale serok e.

23- PAUL BIYA serokê Kameron, 28 sale serok e.

 

http://www.foreignpolicy.com/articles/2010/06/21/the_worst_of_the_worst

 

Back to top button