Polîtîk
Acar: Divê kurd ji demokrasiyê re bêjin erê.
Berpirsê Tevgera Demokratên Kurd Ahmet Acar di daxûyaniyekî de da kifşkirin ku dive kurd herin ser sendoqan dengên xwe bidin û ji guhertinan re bêjin erê.Acar da xûyakirin ku helwesta BDP-ê ne demokratike û nakokiyekê li gel demokrasiyê bi xweye.
Ahmet Acar dibêje ku, bi salan kurd bi kiryarên ne demokratîk gelekî zilm dîtin û êşên mezin derbas kirin.Eger îro hinek kurd bi helwestên xwe bikevin di xeta Ergenekonê de, ev tê wê manê ku dê ew kurd inkara xwe û rastiya xebata xwe bikin. PKK û BDP dixwazin îpotekê deynin ser îrada xelkê. Divê herkes li himber vê yekê hişyar be.