Baksi û Batun: Diktatorê Suriye derxin ber dadgeha Haga

Di meqaleya xwe di mezintirîn rojnameya Swêdê Aftonbladet de rojnamevanên Kurd Kurdo Baksi û Cemal Batun diyar kirin ku ”Divê diktatorê Suriye Başar El Esed be dêrxistinî pêş dadgeha navneteweyî ya sûcdarên şer li Haga ya Hollanda.” Di meqaleya xwe  de her du rojnamevanên Kurd nivîsandin ku hovîtiya hemberê gelên Suriye ev yazdeh (11) mehan didome û hemû hewldanên cîhanê ji bo rawestandina qetlîamên hemberê xelkê siwîl ên Suriye, diyalog û danûstandinê  ji bo pêvajoyek ewle, ji alî rejîma Suriye nehatine pejirandin û qebulkirin, tevkujiya hovane bi giranî berdewam kiriye.

Kûştinên hemberê xelkê Suriye bi jin, zarok û zilamên bê çek tenê bi sedema wê yekê hatine kirin ku dixwazin dengê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanî û daxwaza xwe ya jiyanek demokratîk û aştiyane, bi keramet ragihandin e.

Li gor istatistikên fermî yên Neteweyên yekgirtî heta niha zêdeyê 7 500 kesên siwîl hatine qetlkirin, bi sedan kes di bin îşkenceyan de hatine kûştin zêdeyî 100 hezar mirovan bûn e penaber li nav û derveyî welat, zêdeyî 40 hezar kesan wenda ne. Heta rojnamevanên biyanî ku bi reyên cuda xwestine rastiya Suriye raxin ber cavên raya giştî ya cîhanî hatine kûştin, wekî nimûne berî demek kurt kûştina Marie Colvin li bajarê Hûmisê.

Li paş qetliam û tevkujiya li Suriye gelek kes berpirsiyar in, lê kesê di rêza yekem de bê munaqeşe Başar El Esed bi xwe ye. Serokê Neteweyên yekgirtî Ban Ki Moon û berpirsê Neteweyên Yekgirtî yê Mafê Mirovan Navi Pillay rewsa li Suriye wekî ”suç hemberê mirovayetiyê” binav kirin. Ev y ek û peymana Romayê bîngehek xurt ji bo derxistina Basar El Esed ber dadgeha Navneteweyî ya Sucên şer li Haga ye.

Tevkujî sûcek hemberê mirovayetiyê ye û dikeve nav qanuna navneteweyî de. Sucdarek tevkujiyê hemberê mirovayetiyê lik û de bibe bere bibe dikare bête dadgeh kirin, ger ewê dewletê peymana Romayê ya girêdayî pirsa tevkujiyê hemberê mirovayetiyê imze  kiribe yan na. Divê Başar El esed li gor vê peymanê bê derxistinî Dadgeha Haga.

Wezîrê Derve yê Swêdê carl Bildt divê bi awayek xûrt vê pêvajoyê bileztir bike, ji bo ku zêdetir mirov li Suriye nebin qurbana tevkujiya Esed…

 

Rojnameya Aftonbladet 04 Adar 2012

http://www.aftonbladet.se/debatt/debattamnen/varlden/article14463507.ab

 


Rojevakurd

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: