Dijûn bo pêşawayê nemir Şêx Seîd da
Gorî gotinan ew hez ji Kurdan nake, bi tevî komekê pisporên xêvjimêrê, li ser Youtubeyê kampanyayên nîjadperestiyê dipesinîne, bi xebatên bikaranîna bernameyên GNU/Linux (wekî Pardus ûêd) rola xwe ya hackeriyê por dike. Ew serokatiya Komeleya Bikarhênerên Pardusê jî dike.
Li devedorê xwe pesnê xwe dide dibêje “bapîrê min serbazek sedbaz (sitwan) bû, Ali Riza Karslioglu, tevlî xeniqandina Şêx Seîd û hevalên wî bûye” û ew xelkê bo dijminiya Kurdan birêxistin dike.
Mirov dikare derbareyê dijber û dijminên xwe de nêrînên xwe bêje, wan rexne bike. Heya bigire mirov dikare heqaretê jî bike, heya cihekê ev jî tê fêhmkirin. Lê di ti çandekê de heqaret û bêrêzî li miriyan nayê kirin. Tenê ronakbîr û rayedarên Tirkan viya dikin.
90 sal in, Dewleta Romê (Tirkiye) me dikuje. 90 sal in poz-guhên pêşmergeyên me jêdikin, meytên wan bi paş panzeran ve dikişkişînin, di nava bajaran de digerinîn, pê kêfê dikin. Tirk ji viya zewqê digirin.
Lê Kurd jî viya ji wan re nahêlin. Kurd ne wekî hinekan barbar in. Kurd ne hov û bêsinc in. Kurd heqaretê li miriyan nakin. Kê mir, çû, ew pîroz dibe, sûc û gunehên wê li vê cîhanê tê efûkirin. Kurd bi riyên rewa û demokratîk li darizandina mirovên wiha digerin.
Heger ev bêsincê han jî wekî her carê neyê cezakirin mafê me hemiyan heye em ji Ataturk re bi qanûnî bêjin “seg”. Lewra Nihad Karsli bo serokê nemir ev gotin bikaranîbû. Helbet kevneöopiya me destûrê nade.
Dê rûniştina darizandinê di 12ê kewçêrê 2011 de li 5. Dadgeha Lihevkirinê ya Enqereyê bê kirin. Rojnameyên Tirkan ji niha ve xelkê provoke dikin ku parêzerê bêsinc Avukat Nihad Karsli neyê cezakirin.
24ê adarê 2011
Bavê Îsmaîl
(Nasname)