Civak

Dijminatiya 50 salî bi aştiyê xelas bû

Dijminatî û neyartiya ku 50 sal berê li Taxa Yeşîloz a Midyadê di navbera malbatên Aykut û Alpsoy de dest pê kiribû, bi xwarina aştiyê bi dawî bû.

Di navbera malbata Alpsoy û Aykut de 47 sal berê di encama qetilkirina Mehmet Alpsoy ê ku wê demê 13 salî bû û li çiyê sewalên xwe diçêrand de dijminatiyê dest pê kir.

Karsaz Seyfettîn Alpsoy di derbarê aştiya ku hatiye kirin de spasiyên xwe pêşkêşî hemû mêvanên beşdên lihevhatinê kir û wiha got: “Li gundê me 5 malbat dijîn û em hemû birayên hev in. Xwedê rehma xwe li hemû gundiyên me bike. Di vê yekê de hemû piştgirî dan me. Ez spasiya hemû mêvanên me yên ku beşdar bûne dikim. Xwedê wan hemûyan razî bike. Bila aştiya me bi kêrî gund û bajarê me be”.

Ji alimên herêmê yên qedirgir ê ku beşdarî bernameya aştiyê bû Mehmet Beşîr Aksoy wiha got: “Xweda di Qurana Kerîm de ji me re dibêje ‘aştî qenc e’. Divê mirov ji hev hez bikin. Ger ku mirov ji hev hez bikin dinya baştir dibe, mirov bi kuştin û şer nagihê cihekî, ji ber vê yekê xwedê ji me re dibêje: Di aştiyê de qencî heye, di nav xwe de aştiyê pêk bînin, birayê xwe yê bawermend bi tenê nehêlin, aştî edalet e, şîret e, aştî emrê xweda ye. Ji bo lihevhatina van her du malbatan em gelek kêfxweş in. Xwezî her kesî li hev bikira”.

Di xwarina aştiyê de Şeyh Beşîr Aksoy, Rêveberên Raya Giştî Mehmet Saît Çelebî, Abdullah Taş, Mehmet Ata Çelebî, Osman Altinişik, Namzetê Şaredariyê Seyfettîn Alpsoy, Serokên Ode û Civaka Sivîl Mehmet Selîm Yildirim, Mehmet Alî Akûrt, Mehmet Ata Çelebî, Osman Altinişik, Bedir, Unal Gunel, Îdrîs Taş, Salîh Bariş, Serokê Federasyona Muxtarên Mêrdînê Mehmet Nas, Komeleya Muxtarên Midyadê Murat Başar, Qeymeqamê Taxa Yeşîlozê Cazim Aydogdu û bi sedan welatî amade bûn.

Back to top button