Polîtîk

Pirsgirêkên çaresernebûyî hewceyî bersivên wêrek in

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Mesrûr Barzanî got: “Divê em ne tenê şer û tundiyê şermezar bikin, ji bo pirsgirêk û nakokiyên ku mane jî çareseriyê bibînin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çaremîn Korbenda Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn (MEPS 2023) de axivî û tê de rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, aloziyên emnî, aborî û siyasî, rewşa ewlekariya Rojhilata Navîn û guhertina avhewayê nirxand.

Mesrûr Barzanî got: “Di rojeva amadekarên konferansê de pirsgirêkên ku em hemû rojane rûbirûyê wan dibin hene. Pirsgirêkên wek guherîna avhewayê, koçberiya girseyî, tundrewî û sedemên wê, domdariya çavkaniyên xwezayî û pergalên rêvebirinê wê bên gotûbêjkirin. Ez hêvî dikim ku hin nîqaş di derbarê biryar û vebijarkên siyasî de agahdar û zelal bin”.

Barzanî bi dewamî got: “Niha ne dema wê yekê ye ku xwe ji berpirsyartiyê dûr bixin û xwe bidin aliyekî û pirsgirêkan dûr bixin. Berî her tiştî, wek hemwelatî, divê em ji bo berjewendiya giştî li ser asta cîhanî bixebitin. Dema em bi dijwariyên ku em hemî pê re rû bi rû dimînin têdikoşin, xwe bi hestiyariya cihê ku em lê dijîn ve girêbidin wê encamên xirab hebin. Wek mînak Kurdistan nikare ji encamên germbûna Kuweytê rizgar bibe. Behreyn û Besra ne tenê ji hêla deryayê ve, lê di heman demê de bi çarenûsek avhewa ya hevpar ve girêdayî ne”.

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Mînak, 30 sal in çareseriya du dewletan ji bo Filistîn û Îsraîliyan wek erk û modelekê tê dîtin. Kurdan jî bi heman awayî daxwaza mafên xwe kirin, lê dîsa jî doza me li ber çavan nayê girtin. Çawa hûn dikarin ewqas piştgirî bidin doza yekî û li pêşberî doza yekî din bêdeng bimînin? Niha dema çêtirkirinê ye. Pirsgirêkên çaresernebûyî hewceyî bersivên wêrek in. Ji ber ku niha cîhan li çareseriyek radîkal ji bo doza Filistînê digere, ez jî bang dikim ku em gelê Kurdistanê li rêyek nû bigerin ku emê çawa bi cîranên xwe re bijîn”.

Barzanî herweha got: “Eger biryarên yekalî bidomin û saziyên dewletê ji aliyê yek grûbekê ve bên kontrolkirin, hesta neheqiyê wê kûrtir bibe. Berhema van faktoran gendelî, bêedaletî û hejarî ye, ev şert û merc dibin sedema ku bêîstîqrarî û tundrewî ji nû ve derkeve holê”.

Back to top button