Erka hikûmeta Iraqê ye ku çareseriyek radîkal ji mûçeyan re bibîne

Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana birêz Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku nakokiyên di navbera Îsraîl û Hemasê de carek din vê rastiyê radixe ber çavan ku pirsgirêk bi paşxistin û tepisandinê nayên çareserkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di vekirina forûma ku li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê hat lidarxistin, ragihand ku wan di demên dawî de di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de civînên berhemdar pêk anîne.
Barzanî, di derbarê têkilî û nakokiyên navbera Kurdistan û Iraqê nirxand û got: “Em di wê baweriyê de ne ku mifteya çareserkirina pirsgirêkên li Iraqê çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi hikûmeta federal a Iraqê re ye”.
Nêçîrvan Barzanî herweha got: “Karmend û xanenişînên Herêma Kurdistanê di rewşek gelek xirab de dijîn, erkek niştimanî ya hikûmet û saziyên dewletê yên li Iraqê ye ku bilez ji bo dîtina çareseriyek radîkal bo bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê bibînin. Emê dev jê bernedin û ji pirsgirêkan re li çareseriyan bigerin”.