Polîtîk

Ozel derbarê hilbijartinan de peyamek balkêş da

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel derbarê hilbijartinên herêmî de peyamên balkêş da. Tekez kir ku ew dikarin bi HEDEP’ê re, avahiya navenda CHP’ê jî di nav de li her derê bicivin.Got ku ger ji bo hilbijartinên herêmî bi HEDEP’ê re hevkarî bê kirin, mafê gel heye ku vê yekê bizanibe.

 Serokê Giştî yê CHPê destnîşan kir ku li şûna têkiliyên îtifaqê ku gelek partî di hilbijartinên herêmî de werin cem hev hevkariyên herêmî girîng e.

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, diyar kir ku dê hevserokên HEDEP’ê serdana wî bikin. Her wiha îşaret bi wê yekê jî kir ku ger ji bo hilbijartinên herêmî bi HEDEP’ê re hevkarî bê kirin wê bi dizî neyê kirin. Ozel got: HEDEPê gotiye em dixwazin werin serdan web ikin, ‘Ez ê bisekinim’. Li Meclisê  yan derekî din ferq nake, min ji wanre got hun dikarin werin nawenda partiye jî.Vêca keyfa wane ew çewa bixwazin biryar a wan e.

 Ozel berdewamiya daxûyaniya xwe de got: Eger em bi wan re hevkariyê bikin, mafê gel heye ku bizane. Naxwazim bêjim ‘Hûn piştgiriyê didin me û em ê vê yekê ji raya giştî re nebêjin’. Divê hemû hilbijêr, hilbijêrên xwedî hinek hesasiyet û bendewariyan vê zanibin. Ozgur Ozel ji Rojnameya BîrGûnê re axivî, protokola veşartî ya ku beriya wî Kemal Kiliçdaroglu bi Partiya Serkeftinê re çêkiribû mînak da û got: “Min bi guhên xwe bihîst ku protokola nehênî bi awayekî cidî hin dengderên kurd bêzar kir û vê yekê  jî bedelel li ser me ferz kir.”

Ji Ozel pirsin: Gelo CHP îtifaqeke mîna hilbijartina serokomariyê plan dike? Ozgur Ozel got: “Ez ji niha û pê ve îtifaqa gelek partiyan rast, pêwîst û guncaw nabînim.” Wî diyar kir ku dibe ku partiyan hevkariyên taybet ji bo navçeyên xwe hebin. Ozgur Ozel, anî ziman ku ew ji peyva îtifaqê hinekî westiyaye û got, “hevkarî” wê rastir be.

Back to top button