Di xwepêşandanan de 8 kes hatine kuştin

Li bajarên Başûrê Iraqê xwepêşandan berdewamin û hêzên ewlehiya Iraqê bi tundî êrîşê xwepêşnadana dikin.Eve nêzikî 10 rojin di serî de li Basrayê û hinek bajarên din yên Başûrê Iraqê xwepêşandan berdewamin. Li gora daxûyaniya hukumeta Iraqê heta niha 8 kes di van xwepêşandanan de hatine kuştin. Gelek birîndar çêbûne. Lê tê gotin ku hêjmara kuştiyan gelektirin.Xwepêşandan doza xizmetên xweguzariyê û herweha rewşa baştirkirina jiyana mirovatiyê dikin. Hukumeta Iraqê nikare kontrolê bike. Bê guman ev rewş bandora xwe li Kurdistanê û hemû Iraqê jî dike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: