Civak

Di tofana sedsalê de rewşa dawî!

Di roja 5emîn a xebatên lêgerîn û xilaskirinê da li 10 parêzgehan bi giştî 18 hezar û 342 kes mirin. Hejmara birîndaran jî 74 hezar û 242, avahiyên hilweşiyane jî 6 hezar û 444 e. Têkildarî hejmara kesên di bin xirbeyan de mane hîn ti agahî nehatine dayîn.

Ji aliyê din ve Wezîrê navxwe Suleyman Soylu jî diyar kir ku di erdhejê de heta niha 120 polîs û zêdetirî 32 karmendên cendirmeyan jiyana xwe ji dest dane.

Li seranserê Tirkiye û bakurê Kurdistanê perwerdeya dibistana heta 20ê Sibatê hat sekinandin.

Back to top button