Kultur
Di şeva min de sitêrek
Dilkêşa şevên dirêj bi êşin
Nalînê evîndaran dibêjin
Bizanîba çiqas rondik ji bo we
Di dilê çavên xwe de ez dibrêjim
Felekê nîgar di dill de badaye
şuwîna we di çavê min de xwiyaye
we jîna xwe kir goriya hişê kor
tovê işqa we veşîn û giyaye
li ber bejna weyî agirê bala
çar şemalan ronak ji we vedaye
hûnin Bilbila Gula perîşan
sitrana we li ber qehrê rijyaye
gula sipî lêv sor û dilî kal e
bê pêjnî axîn û qîr û hewar e
ne tenê Bêstûn Zagros Qendîl kola
Afrodet e Nîsaba û Eştar e…
vê yarê xwe kuştî û dil dibê ka
bese Şêrîn mirî ev çi bazar e !
Barana lêv ternik hetî ber derî
ji xem rabe dilo aqil bik dar e
Beşîrê Mele