Cîhan

Di sendoqê de erdhejek mezin çêbû, Îmamoglu serkeft

Hilbijartinên şaradariya Mezin a Stanbulê de berbijêrê Tifaqa Millet(CHP-IYI Parti) Ekrem Imamoglu serkeftinek mezin destve anî û bû serokê şaradariya Stanbulê a Mezin.

Berbijêre AKP – MHPê Binalî Yildirim, di cihde daxûyaniyek da û pîrozbahiya Îmamoglu kir û da xûyakirin ku ew amadeye ji bo Stanbulê arikariya Îmamoglu bike û serkeftin jê re daxwaz kir.

Hilbijartinên 31ê Adarê de Îmamoglu bi 13.00 denga serketîbû. Lê AKPê îtiraz kir û Dezgehê Bilind ê Hilbijartinê hilbijartin îptal kirîbû. Hilbijartina 23ê Hêzîranê de Îmamoglu ji Yildirim 777.581 den zîdetir anîn yanî bi ferqek mezin kar kir û 800 hezar deng ji 31 Adarê zêdetir destve anîn.

Bê guman di vê derbarê de gelek şirove hatin kirin, lê sedemê herî mezin yê windakirina Yildirim, bi helwestên tund yê Tayib Erdogan ve hate girêdan.

Back to top button