Partîyên Kurdistanî Li Amedê , Di Roja Ala Kurdistanê De Ji Şer Re gotin ‘’Na’’ Hereketa Azadî, KADEP,ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK roja 17.12.2015ê li Amedê , li ber AZC Plazayê, di Roja Ala Kurdistanê de ji şer re gotin ‘’na’’.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Sekreterê Giştî yê PSKê Mesûd Tek, Serokê Giştî yê PDK-BAKUR Sertaç Bucak, endamê Komîteya Rêveberîya OSPê Nusret Maçin û gelek rêveber, endam û alîgirên 7 partîyan û gelek welatperwer beşdarî çalakîyê bûn.Gelek televîzyon û rojnameyan ev çalakîya şopandin.Li vê derê Serokê Şaxa Amedê yê PAKê Hanefi Turan bi kurdî, endamê Komîteya Rêveberîya PSKê Ramazan Moray bi Tirkî daxuyanî xwendin.Piştî daxuyanîyê girse belav bû.Hereketa Azadî, KADEP,ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR,PSK————————————————————————————————-Daxuyanîya hate xwendin ev e: Di Roja Ala Kurdistanê de Em Dibêjin ‘’Ji Şer Re Na’’17ê çileya pêşîn roja ala Kurdistanê ye. Ew ala ku îro li ser Parlementoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê bi serfirazî balêdibe, li perçeyên din yên Kurdistanê jî, di nav şer, wêranî û kuştinan de wek nîşana berxwedanê balêdibe.Ala Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûlkirin, di 1919an de ji alî Teşkîlati Îctîmaîye Cemiyetîya Kurdan ve hatîye tesbîtkirin û di 1920’î de jî dîsa ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin.Di 1927 an ew ala ku di 1920 ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.Ala Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin.Hikûmeta Cumhurîyeta Kurdistanê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919-an de ji alî Teşkîlatî Îçtîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin qebûl kir, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mehabadê qebûl kirin. Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Qazî Muhemmed ala Kurdistanê ya Komara Mehabadê dide Mela Mistefa Barzanî û weha dibêje: “Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê.”Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê jî ew ala ku di 1920ê de hatibû qebûl kirin, wek ala Kurdistanê qebûl kiriye.Ev ala Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî eve nêzî 100 salan e ku wek ala Kurdistanê tê qebûl kirin.17ê çileya pêşîn, roja ala Kurdistanê ye. Ev roj roja ku bi hestên neteweyî lêxwedî derketin û hildana ala Kurdistanê ye. Divê ev ala jibo hemû Kurdistaniyên cîhanê wek ala Kurdistanê bê qebûl kirin.Em di roja ala Kurdistanê de dibêjin bila şer rawest e, wêranî û mirin nemîneLi bakurê Kurdistanê şer roj bi roj gurtir dibe. Welatê me wêran dibe. Mîrasê me yên kulturî têne xerakirin, şewitandin.Bi hezaran kes cîh û warên xwe terk dikin. Qeyrana aborî kûr dibe.Gelek esnaf û zenetkarên me ji karên xwe bûne. Feqîrî û birçîtî zêdetir dibe. Di şerdên zivistanê de gelê me tûşî rewşeke gelek xerab bûye. Bê nan, bê mal, bê elektrîk mane. Di gelek navçeyan de dibistan hatine girtin. Êdî li hinek navçeyan bingehê jiyanê nema ye. Û mixabin mexdûrên vî şerî jî berîya herkesî sivîl in, zarok in.Dewleta Tirk, bi awayekî tûnd êrîşî xwepêşandanên sivîl dike. Her roj nûçeyên kuştinan belav dibe.Dewleta Tirk, xendekan ji xwe re dike hincet êrîşên xwe zêdetir dike. Dewlet bi siyaseta mijûl kirinê, çareserîya aşitîyane û siyasî texîr dike.Siyaseta PKKê ya kolandina xendekan û ‘’rêveberîya xweser’’ ya bi çekdarî zerarê dide doza azadîya Kurdistanê; rê li vala kirin û wêran kirina welatê me xweştir dike.Divê em li gelê xwe yên mexdûren vî şerî xwedî derkevin.Em bangî Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa û dezgehên wek wan dikin, jibo rawestandina wî şerî û ê wêran kirinê, demildest divê hûn helwestê bigirin, midaxale bikin.Hemû pêkhateyên etnîkî, olî, mezhebî, civakî, cinsî, dibin qurbanîyên vî şerî. Gelê Tirkîyê jî divê bizanibe ku, ev şer û bêdengîya we dê zerarê bide we jî. Jibo ku em bikaribin rê li ber wêranî û kuştinan bigirin, jibo ku em nehêlin bajarên me bêne vala kirin, divê hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, rîsipî, rewşenbîr, hunermend dest bidin hevdu, dengê xwe bilind bikin. Divê em bi yekdengî bêjin’’ ji şer re na, bila xendek nemînin; bila rêya aşitîyane, siyasî, li ser esasê wekhevîyê vebe’’. 17.12.2015 HEREKETA AZADÎ, KADEP, ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK