Roja Ala Rengîn de Ciwanên Kurdistanê çalakî pêkanîn û daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihandin.. Daxûyaniya Ciwanên Kurdistanê: JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ REPergala cihana modern, pergala netew dewletan e. Ji bo ku em jî di nav vê pergalê de cih bigirin, navekî me hebe û hebûna me ji aliyê cihanê ve bê qebûlkirin; divê em jî xwedî netew dewletek bin. Di nav vê pergalê de hebûna me girêdayî hebûna dewleta me ye û nîşanên wî jî sembol û nirxên me yên netewî ne.Nîşana herî ber bi çav a hebûnê, al e. Ji ber ku cihê ku al lê bilind bibe tê wateya ku ew der cihê desthilatdariyê ye û al bi xwe nîşana serxwebûnê ye.Em wek netewek ku welatê me hatiye dagirkirin û perçekirin, divê ji her netewî zêdetir li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin. Xwedî lê derketina nirxên netewî, wê bi xwe re hişmendiya netewî bîne û ev jî wê li ber me rêya serxwebûnê veke.Îro, roja Ala Kurdistanê ye. Ala ku Pêşewa Qazî Mihemed berî 69 salan emanetî Nemir Mele Mistefa Barzanî kiriye. Pê bawer bûye ku wê Ala Rengîn li hemû derên Kurdistanê bilind bibe. Îro ev bar li ser milên me ciwanên Kurdistanê ye. Divê em layiqî têkoşîna wan bin û ji mîrasa ku ji me re hiştine xwedî derkevin.Taybetiya vê rojê heye, lê ji bo me divê heta roja serxwebûnê her roj wek roja Ala Kurdistanê be. Loma divê em tu caran alên xwe danexin.Ala me sembola xwîna şehîdên me, aramiya welatê me, xwezayîya Kurdistanê, dîroka me ya qedîm û nîşana serxwebûna me ye. Ala her bilind e û wê her bilind be.BIJÎ ALA RENGÎN!BIJÎ SERXWEBÛN!17.12.2015Tevgera Ciwanên Kurdistanê, Baskê Ciwana ya PDK-T, Ciwanên PSK Wene ji Çalakiya Ciwana:
Pêş
18/04/2024
Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê rêxistinên terorîst tunene
18/04/2024
Nêçîrvan Barzanî: Divê hilbijartin bi rizamendî û beşdariya hemû aliyan bê kirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close