Polîtîk

Serok Barzanî cejna rojiyê li xuşk û birayên Êzdî pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovanXweşhalim ku îsal di demek da cejna rojiya xuşk û birayên Êzîdî pîroz dikin ku Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê, azadkirina Şingalê wekî diyarî pêşkêşî xuşk û birayên Êzîdî û gelê Kurdistanê kiriye. Azadkirina Şingalê hêjatirîn pîrozbahiye ji bo xuşk û birayên Êzdî li Kurdistan û seranserê cîhanê û kevandina birîna me û wan azîzane.Peyama min ji bo xuşk û birayên Êzdî û hemû pêkhatên Şingalê eweyeku navçeyên wan bi dirêjahiya dîrokê mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî û pêkhatên cûda cûda bûye û pêwîste ew çanda pêkvejiyanê kûrtir û dewlemendtir bê kirin li devera Şingal û hemû Kurdistanê û rê nedin ku bi tu awayekî ziyan bi bexteweriya xelk û çanda pêkvejiyana Kurdistaniyan û xelkê Şingalê bê gihandin. Her wiha hêvîdarim hemû pêkhatên Şingalê li gel aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo ewe bikin ku Şingal bi baştirîn awayî bê avadan kirin û her wiha kar jî ji bo ewe bê kirin ku li ruyê îdariyê ve navçeya Şingalê taybetmendiya xwe hebê û bibê parêzgeh.Li vir ve xuşk û birayên Êzdî dilniya dikîn ku xelkê Kurdistanê pişt û penaya wene û tu hêzek nikarê we ji gelê me veqete û hemû şiyana xwe ji bo dabînkirina paşarojeke geş ji bo we yên xweşdivî mil bi milê gelê Kurdistanê dixîne holê.Hêvîdarim ev cejin ji bo xuşk û birayên Kurdên Êzdî bibê cihê xêr û xweşiya zêdetir û sal bi sal li sayeya Kurdistanekî aram û azad da û bi xêr û xweşî û kameraniyê de cejnên xwe pîroz bikîn.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê17.12.2015

Back to top button