Polîtîk

Di pirsa Suriye de Tirkiye pişgiriya Amerîka dike

 Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, wê di 16ê mehê de, bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Obama re hevdîtinekê bike. Erdogan beriya vê hevdîtinê daxuyaniyek da televizyona NBC yê.

Mijar, Sûrî bû. Ji Erdogan hat pirsîn ku heke li Sûriyê herêma ji firînê re qedexe bê avakirin dê helwesta Tirkiyê çawa bibe. Erdogan wiha bersiv da:

“Em ji serî de bi erênî lê dinêrin. Heke qonseya ewlehi ya Neteweyên Yekbûyî vê mijarê bike ser maseyê û biryarek wisa bigre, em ê jî erênî lêbinêrin û çi wezîfe ji para me bikeve jî, em ê bînin cîh. Di vê mijarê de wezîfeya mezin, a qonseya ewlehiyê ya neteweyên yekbûyî ye. Bi taybetî jî li ser milên Rusya û Çînê ye.

Erdogan destnîşan kir eşkereye ku li Sûriyê rejim, çekên kîmyewî bikaraniye û bangî rêvebiriya Emerîkayê kir ku bila gavên bêtir bihêz bavêje.

Erdogan, li ser îdiaya dibe ku muxalifan çekên kîmyewî bikaranîbe jî wiha got: Ji bo ku em vê yekê qebûl bikin, delîl tune ye. Ew ê van çekan ji ku peyda bikin? û kî dê van çekan bide wan? Lêbelê heke rast be, em wê li dijî wan bin jî, kî xwediyê çekên kîmyewî be, em li dijî wan in.

Serokwezîr Erdoğan, îdîayên ku Tirkiye alikariya eskerî dide muxalifan jî derewand. Erdogan diyar kir ku 300 hezar kes ji Sûriyê hatiye Türkiyeyê û bi qasî mîlyonek dolar alikarî dane wanû Erdoğan bangî Esed kir. Erdogan destnîşan kir ku xeberên çûyîna jin û zarokên Esed a ji Sûriyeyê jî bihîstine. Erdogan wiha dewam kir: Hewceye ku Esed jî ji Sûriyê derkeve.

Back to top button