Di Pêvajoyê de dengên cuda derdikevin…!

Amed Malazgirt, yek ji berpirsên PKKê li Qendile. Çend roj berê di hevpeyvînekê de bi ajansa nûçeyan a fransî AFP re îdia kir ku rêxistin di pêvajoyê de bi fermana Abdullah Öcalan gavên xwe diavêje. Wî azadiya Öcalan xwest û got ku heta ku Enqere Ocalan azad neke ew ê ti gavekî din navêjin.
PKK daxuyaniyek din a bi heman rengî da. Zagros Hiwa, Berdevkê Karûbarên Derve yê KCKê, rêxistina sîwanî ya PKKê, got ku divê Abdullah Öcalan berî ku muzakere bi Tirkiyeyê re dest pê bikin, were berdan. Wî got, “Ji bo ku muzakere dest pê bikin, divê her du alî bi şert û mercên wekhev bicivin. Öcalan di gavên ku PKKê di sala borî de wekî jestek niyeta baş avêtiye de rolek diyarker lîst. Divê serokê muzakereyê yê aliyê Kurd azad be ku di bin şert û mercên azad û wekhev de muzakereyan bike. Ev şertek pêşîn e ji bo aştiyek dadperwer.”
Niha berbirsên PKKê van daxûyaniyan didin. Lê Berpirsên dewleta Tirk daxûyaniyên cuda didin. Tirkiye ev pêvajo wek Pêvajoya Tirkiyek a bê Teroro daye nasandin û di bin vî navî de pêvajoyê pêşve dibin. Tirkiye dibêje ku tu bazari tuneye û dayin standin jî nayên kirin. Li gora daxûyaniyên rayadarên dewletê pêvajo baş bi rêve diçe û roj bi roj digihin armanca xwe ya `Tirkiyeya Bê Teror`
Lê tê zanin ku hem di nava dewletê de hem jî di nava PKKê de beşek berbiçav naxwazin ev pêvajo serbikeve. Aliyên siyasî li Tirkiye helwesta xwe vekirî didin diyarkirin. Lê carê dengên cuda ji nava PKKê derdikevin.
Herkes dizane ku, beşê PKKê di bin bandora Îranê de li dijê vê pêvajoyene. Ji aliyek din ve di nava DEMê de evên çep û Kemalist vekirî ne hevalên vê pêvajoyêne û daxûyaniyên ku bikaribe pêvajoyê asteng bikin didin.
Ocalan bi xwe jî behsa vê helwesta DEM û Qendilê dike û ji dewletê daxwaz dike ku, muhletê bidinl û pişgiriya wî baş bikin ku, ew bandora xwe li ser PKKê bi hêztir bike da bikaribe wan ikna bike.
Ji aliyek din ve pirsa HSDê jî ji bo pêvajoyê giringiyek taybet heye. Bahçelî û aliyên dewletê vekiri dibêjin ku, divê HSD ji dev şekan berde û tevlî Artêşa Suriye bibe. Ocalan jî ji bo daxwaziya dewletê werê cih di nava hewldanekî de ye. Lê dixweyê HSD zû bi zû yan jî li gora daxwaziya Ocalan tevnagere.

