Nivîsar

Di Parlamentoyê De Terorîstek

   
Em li Birîtanyayê, di çarçoveya meselaya Kurd de, lêkolîn dikin. Welatên din, pirsgirêkên etnîkîyên xwe çawa çareser kirine, em ji wan kesên ku, di nav çareserîyê de cîh girtinê pirs dikin û dixwazin fêm bikin.

Bin dûh qala Înglîzek kiribû.
Îro jî ezê qala Îrlandalîyek bikim.
Navê wî Gerrey Kelly e.

Ez û Ew di avahîya parlamento ya Belfastê de hatin cem hev. Kelly parlamentereke. Cara yekem di sala 1998’ande wek parlamenter hate hilbijartin û Serokîya Qomîsyona Pêşvebirina Civîkakê kiribû. Kelly hêj jî berdevkê Partîy Sinn Feîn ê ye. Înglîzî wî bi teybetîyên cûda tînên bîra xwe.

Çimkî Gerry Kelly demek dirêj, rêberê IRAyê ya qadroya çekdarî kir. Ji seba çalekîyên teror 15 sal girtî ma. Paşê ji dileva tundîyê sîyasetê çêtir dît. Beşdarê partîya Sinn Feîn bibû û di mizakareyên bi Îngltereyê re rolek mezin girtibû.

Divê em hinek bi fireh li ser jîyana wî bisekinin. Çimkî ev kes, çalekvanêk ji rêzê nîne. Di sala 1972’an de, hêj 18 salî bû, beşdarê IRA’yê bû.
Êrîşa IRA’yê ya 8’ê Adarê sala 1973’an li Londrayê pêk anî û yek mir 200 kes jî birîndar bûn, ji alîyê wî ve pêk hat.
Piştî bûyerê hate girtin, 20 sal ceza girt.

Di greva birçîbûna li girtîgehê pêk had de de, ku 205 roj berdewam kir, disa wî rolek mezin girt.
Li Îngîltereyê di salên, 1977’an û 1982’yan de 2 car teşebûsa revandinê ya ji girtîgehê kir.
Di dawîyê de, sala 1983’an de, ji girtîgeha herî baş tê parastin ya Îngîltereyê tevî 37 kes revîya ku, ev rev piştî Şerê Cihanê ya 2. reva herî mezin tê zanîn. Li paş xwe Xardîyanek kuştî hişt û revîya.

Di nav salên 1983-1986’an de, emrê gelek êrîşê xwîndarî da.
Di sala 1986’an de, li Holandayê hate girtin, piştî 3 sal girtî ma, hate berdan.
Carek din paşvenegerîya IRA’yê.

Mûzakereyên çareserîyê ku di nav Sînn Feîn û Hikûmeta Îngiltereyê de destpê kir de, rolek mezin girtl
Pêr Kelly, tevî berçavkên xwe û beşna zirav, kincên bedew li hemberê me bû. Bi eşkere bersivê pirsên me da. Wisa axifî.
“Qaîdek wisa li cem me heye. Kî dibe bila bibe, piştî ku ji girtîgehê derkeve, divê ji bo beşdarbûnê biçe ser li IRA’yê bide. Min ser lê neda. Min hês kir ku, em karin daxwazên xwe, bê pevçûn bidest bixin. Mercên vêya amade dibûn. Bi rêya sîyasetê me karibû gelek tişt bikirana. Ez beştarê pêvajoya aştîyê bûm. Piştî aştîyê 5 sal şîyaset ji min re qedexe bû. Ez bi sebir sekinîm. Îro ez li parlemantoyê me.

Kellyê dibêje, “Hedefa me Brîtanya bû” Bi salan, me êrîşê avahîyê fermî, hêzên ewlekarîyê, Mîrovan û sîvîlan kir. Çîroka kesek wisa ku bi salan di nav tekoşîna çekdarî de cîh girtîye, ji bo Turkiyeyê dişibe pirsgirêka Kurdan.
Çîroka Kelley ev rastîyê tîne ber çavan: Kesên herî tûndî, kesê ku jîyana wî di nav rêxistinê da maye, tekoşîna çekdarî kirîye jî, dibe ku di jîyana sîyasî de, “Guhertin, Tavîz û Sîyasetê” wek distûn bigre.

Powell gotibû, “ez bi destê IRA’îyan ku bavê min kuştine nagrim”
Kelly jî got; “Ji bo min re jî, girtina destê Powell gelek dijwar bû” lê mîrov hîn dibe. Mîrov xwe dike dewsa kesên ku wek dijmin jî dibîne. Mîrov xwe test dike. Ev yek pir girînge.

Ev çîroka ku dibêje tenê ne ya wî ye, tenê ne ya hêla wî ye.
Cebirandinê Kelly hindik nînin. Di pêvajoya aştîyê de, bi Mndela, Thabo Mbekî û Clînton re têkilîyan meşandiye.

Ev gotinên wî bal dikşîne:
“Dewletler, bi teybetî jî hêla xurt cara yekem ji bo çareserîyê nahê ser masê. Ji bo cerbandina we tê ser maseyê. Li gor armanca xwe dixwaze encam bidest bixe. Dixwaze çek bide berdan û tasfîye bike. Li Başûrê Afrîka jî wisa bû. Bi guheritinek û reformên piçûk dixwaze rejîma wî bimeşe. Li di rê de ew jî diguherin.

Çîrok jî girîng e, tiştên ku dibêje jî girîng e.
Sîyaset û Tundî bi hev re nameşe.
Û çareserî her tim pêwista sîyasetê ye. Rêya çareserîyê di sîyasetê de derbas dibe.

    2011-07-28

Ali Bayramoglu

(xeberenkurdi)

Back to top button