PolîtîkRojev

Di navbera Sûrîye û Iraqê de zîrveya narkotîkê

 

Piştî ku Sûrîye carek din beşdarî Yekîtîya Ereban bû, Wezîrê Derve yê Sûrîyê Feysel Mîkdad, bi serdaneke fermî çû Bexdayê. Mikdad û hevtayê xwe yê Îraqî Fuad Husên behsa qaçaxçîtîya madeyên hişber yên li ser sînorên her du welatan kirin. 

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Feysel Mîkdad, di çarçoveya serdanek fermî de li Bexdayê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civîya.

Di hevdîtina her du wezîran de bazirganîya madeyên hişber, penaxwaz û pêşxistina peywendîyên dualî hatin gotûbêjkirin. Huseyîn di civîna çapemeniya hevpar de axivî û diyar kir ku wan li ser rêyên bidawîanîna bazirganîya narkotîkê ya li ser sînor nîqaş kirine.

 Husên got ku Iraq di warê qaçaxçîya madeyên hişber de korîdorek e û mixabin bikaranîna madeyên hişber li Kurdistanê dest pê kiriye.

 

Back to top button