PolîtîkRojev

Îbrahîm Kalin bû serokê MÎTê

 

Piştî ku Serokê Rêxistina Îstîxbarata Netewî (MÎT) Hakan Fîdan wek Wezîrê Karên Derve hat tayînkirin, Îbrahîm Kalin li şûna wî bû serokê MÎT ê.

Berdevkê berê yê serokomarîyê Îbrahîm Kalin  li navenda MÎTê bi awayekî fermî wezîfeya Serokatîya MÎTê ji Hakan Fîdan girt. Hakan Fîdan ku Serokê Giştî yê AKP Tayyîp Erdogan jê re dibêje “kûpa min a veşartî” 13 salan bê navber Serokatîya MÎTê kir.

Îbrahîm Kalin ê ku di sala 2009an de wek Şêwirmendê Serokê Giştî yê Polîtîkayên Derve yê Serokwezîrîyê hat tayînkirin, di heman demê de bû yekemîn koordînatorê Koordînatoriya Dîplomasiya Giştî ya Serokwezîrtiyê.  Kalin ku di sala 2012an de wek Alîkarê Misteşarê Serokwezîrîyê hat tayînkirin, piştî ku Erdogan bû Serokkomar wek Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê hat tayînkirin. Di sala 2014an de ji alîyê Erdogan ve wek Berdevkê Serokkomarîyê hat tayînkirin û ji sala 2018an û vir ve Alîkarîya Serokê Lijneya Ewlehî û Polîtîkayên Derve yê Serokatiyê û Şêwirmendîya Serokatiyê jî dikir. 

 

Back to top button