CivakRojev

Di navbera gundiyan û PKKê de şer derket

Li gora nûçeya Rudawê, di navbera nişteciyên gundê Şênê yê ser bi qezaya Pişder a parêzgeha Silêmaniyê û hejmarek gerîlayên PKKê de pevçûneke çekdarî derket. Qaymeqamê Pişderê jî dibêje: “Di pevçûnê de nişteciyekî gund birîndar bûye.”

Qaymeqamê Pişderê, Berki Bayiz ji Rûdawê re piştrast kir, ku îro pevçûneke çekdarî di navbera hejmarek ji xelkê gundê Şênê û hejmarek gerîlayên PKKê de li wî gundî çê bûye û ragihand: “Îro Pêncşemî 24ê Hezîranê berî nîvro li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, pevçûneke çekdarî di navbera nişteciyên gundê Şênê yê ser bi qezaya Pişder ve û hejmarek gerîlayên PKKê de rû daye û ji ber vê yekê akinciyekî gund birîndar bûye.”

Derbarê sedema çêbûna şer de jî, Qaymeqamê Pişderê got: Heta niha hokarê şer diyar nîne û Asayişa Raperînê dest bi lêkolînê kiriye.

Her têkildarî vê bûyera îro, Hîwa Geylanî Berpirsê Şaxa 11 a PDKê li Raperînê ji Rûdawê re da xuyakirin, “şer li ser wergirtina bacê ji nişteciyên gund ji aliyê PKKê ve çê bûye.”

Hîwa Geylanî got: “Di şer de akinciyekî gund ê bi navê Feqî Ebdullah Îsmaîl û gerîlayekî PKK jî birîndar bûye.”

Qezaya Pişder girêdayî îdareya Raperînê ye û ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye û cihê nifûza Yeekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

Back to top button