Nivîsar

Di nav YNKê de Şer û li Rojavaya Kurdistanê zûlma PKK/PYD…

Lê demek hat xirabiyên wan bê sînor bû. Xirabiya bi hev re dikarin ew têr  nekirin. Ev car di nav wan de nekokî derketin. Hevûdu bi awayekî dizî xwarin. Lê ew nekokiyên wan derketin qada raya giştî. Nûha jî ew nekokiyên wan bûn sedema dijminatiya wan. Loma jî nûha ji bona ku hevûdu tüne bikin, xebat dikin.

Îbrahîm GUÇLU

Piştî mirina Celal Talabanî YNKê ji nekokî û ji pirsgirêkan xelas nebû. Her ku d dem derbas bû di YNKê de pirsgirêk bûn sedema krîzekê û tevliheviyeke mezin.YNKê nikarî kongreya xwe demeke dirêj li dar bixe û pirsgirêkên xwe di çarçewa  demokrasiye de minaqeşe bike û çareser bike. Loma jî di nav YNKê de gelek hêz û grubên mezin yên desthilatdar derketin holê.

YNKê xwe wek rêxistineke sosyal demokrat terîf dikir û di hemandem de endama enternasyonala sosyalist bû. Lê hîç wextekê wek rêxistineke sosyal demokrat tevnegeriya.

Beşek grûbên di nav YNKê de çêbûn, ji derveyî neteweperwerî tevdigeriyan. Di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de gelek bir armancên xeter tevgeriyan.

Wek tê zanîn  di sala 2017an de di bin pêşengiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê hat wergirtin. PDK di destpêkê de gelek aşkere piştgiriya biryarê kir. YNKê biçek dereng û bi zehmetî biryara referandûmê re got “erê”. Lewra wê deme ji YNKê re gruba neteweperwer serokatî dikir. Heger serokatiya vê merheleyê berpirsiyarên YNKê bûna zehmet bû ku YNKê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re bibêje “erê”.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de da pêk hat. Encama referandûmê gelek baş bû. Kurdistaniyan bi gelek xurtî bi  %93ê dengan ji dewleta serbixwe ya Kurdistanê “erê” gotin.

Hemû kurdên li dinyayê û kurdên 4 parçayên Kurdistanê bi vê biryarê gelek kêfxweş bûn. Lê dijminên Kurdistanê û neteweya kurd li hemberî vê biryarê gelek eciz bûn. Lewra jêbara wan xerab bibû û diyar bibû ku statuya Kurdistanê dê li Başûrê Kurdistanê bê guhertin. Kurdên li Başûrê Kurdistanê bibin dewleteke serbixwe. Hîç şik tüne ye ku ev yeka ji bona çar dewletên kolonyalist re dê bibûya xeter û modeleke girîng. Loma jî di pêşengiya Dewleta Federal ya Iraqê de 4 dewletên kolonyalist ji bona ku pêşiya dewletbûna Kurdistanê bigrin û encama referanduma serxwebûna Kurdistanê ji holê rakin êrîşeke dijwar plan kirin.

Di Dewleta Federe ya Kurdistanê de jî grûbên li dijî serxwebûna Kurdistanê hebûn. Ev grûban di nav YNKê û Goranê de bûn. PKKê jî ji wan re piştgir bû. Goranê di dawî de biryar dabûn ku dê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re bibe alîkar.

Şeva referanduma serxwebûna Kurdistanê gruba xiyanetkar ya di nav YNKê de xwest ku bi darbeyeke leşkeri pêşîya çêbûna referandûmê bigre. Lê pêşiya darbeya wan hat girtin. Lê piştî referandûmê heman grûbê ji dijminên Kurdistaniyan û neteweya kurd re bûn alîkar. Kerkuk û gelek deverên din yên Kurdistanê hatin îsgal kirin. Serokwezîrê Iraqê yê wê deme gelek vekirî got ku ew grûbên xiyanetkar nebûyana, wan nedikarî Kerkukê û gelek deverên  Kurdistanê îşgal bikin. Hezar mixabin Emerîkayê û Îngiltereyê jî, ji dewletên kolonyalist re alîkarî kirin ku Kerkuk bê îşgal kirin.

Piştî îşgala Kerkukê xwestin ku Hewlêr jî bigrin deste xwe û îsgal bikin. Lê hêzên dijminên kurdan li Pirdê şikesteke mezin xwarin û pişt re vegeriyan.

Ew gruba xiyanetkar piştî îşgala Kerkukê gelek xurt bû. Di nav YNKê de bû hêzeke mezin ya xeter. Di kongreye de jî desthilatdariya YNKê girtin desten xwe. Ew kesên xiyanetkarên Kerkukê kurê Celal Talabanî û nêviyê Îbrahîm Ehmed Bafil Talabanî û biraziyê Celal Talabanî, bûn hevserokên YNKê.

Wan piştî îsgala Kerkukê dest pê kirin ku di nav YNKê de û li Kurdistanê xirabiyê mezin bikin. Kirin jî. Xirabî bi hev re kirin. Bi hev re ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bibe kar kirin. Wan bi hev re kaçaxçitî û gendalî kirin. Wan bi hev re ji xelkê kurd xerac girtin. Wan bi hev re bi dewletên kolonyaklîst re pêwendiyên xeter û li dijî berjewendiya neteweya kurd meşandin.

Lê demek hat xirabiyên wan bê sînor bû. Xirabiya bi hev re dikarin ew têr  nekirin. Ev car di nav wan de nekokî derketin. Hevûdu bi awayekî dizî xwarin. Lê ew nekokiyên wan derketin qada raya giştî. Nûha jî ew nekokiyên wan bûn sedema dijminatiya wan. Loma jî nûha ji bona ku hevûdu tüne bikin, xebat dikin.

Lê diyar e ku kurê Celal Talabanî û nêviyê Îbrahîm Ehmed Bafil Talabanî zora biraziyê Celal Talabanî Lehor Cengî bir. Rêvebiriya YNKê Lehor Cengî ji hevserokiya YNKê dûr xistin. Di YNKê de hemû kontrol û bandor ket deste Bafil Talabiyê xiyanetkar.

Hîç şik tüne ye ku ew şerê di nav YNKê de dê dom bike. Divê hemu kurdek vî şerî bişopîne.

Di nekokiya xiyanetkarên de gelek rastiyên tehl yên Kurdistanê eleqeder dikin derketin qada jiyanê. Divê ew rewşa wan xiyanetkaran ji aliye hiqûqî de were qada darizandinê.

Divê ev xiyanetkaran dadgeh bibin û siza bibin. Divê ew bedela xirabiyên xwe yên ku  li Kurdistanê kirine, bidin.

ZÛLMA PKK/PYD-Ê LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DOM DIKE…

Li Rojavayê Kurdistanê zûlma PKK/PYDê bi şidet dom dike. Kurdperwer tên revandin û li wan êşkence kirin û tên kûştin..

Çekdarên PYDê roja 17ê Tîrmeha 2021ê, 3 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) û karmendekê madyayê ji Qamişlo û derdora Dêrikê revandin.

Malpera fermî ya PDK-Sê dide xûyakirin ku; “Çekdarên PYDê şeva borî li bajarê Qamişlo Desteya endamê Rawêjkariyê ya PDK-Sê Mihemed Deham Eyo û endamê Encûmena Şaxê PDK-Sê Izedîn Mela revandin. Çekdarên PYDê şeva borî jî endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê Mihemed Ehmed Salih li gundê Abirê yê ser bi navçeya Çil Axa ya Dêrikê ve revand.”

Li gorî malpera PDK-Sê, heta niha ti agahî û zanyarî li ser her sê endamên wan ên revandî tune ne û tometên li ser wan hatine sepandin ne diyar in.

Ji aliyekî din ve jî kenala ARK TV ragihand, çekdarên PYDê şeva borî peyamnêrê wan Barzan Husên ji bajarokê Girkê Legê revand û çarenivîsa wî ne diyar e.

Berî 3 rojan jî asayişa li Dêrika Rojavayê Kurdistanê endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) yê bi navê Feramez Ebdulkerîm Hecî Ebdê li revandibû.

Revandina van endamên PDK-Sê di demekê de ye, endamê PDK-Sê Emîn Îsa Elî piştî ku ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatibû binçavkirin, termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. PDK-S û Malbata wî jî dibêjin, Emîn di bin eşkenceyeke tund de hatiye kuştin.

Ev kiryar bi tenê xizmeta dijminên gelê Kurd dike

Wek min li rêzên jor jî diyar kir: Li rojavayê Kurdistanê çekdarên PYDê cardin destpêkirine   endamên Partiya Demokrata Kurdistana Suriye direvînin û di derbarê wan de tu agahdariyekî nadin. Ji bo van bûyeran û revandina endamên PDKSê NIvîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye roja 18.7.2021ê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.

Li gel  berdewamiya şert û mercên dijwar ên jiyana gelê me , kiryarên zordarî û tirsandina komên çekdar ên girêdayî hêzên ewlehiyê yên partiya PYDêjî berdewamin. Şeva borî, destpêkirin û hinek kadroyên Partiya me revandin.

Herweha parti di daxûyaniya xwe de behsa kesên revandî dike û nave wan eşkere dike:

Mihemed Salih Ehmed, endamê meclîsa mentiqî ya partiya me li Çilaxa

Ezedin Abidin Mehmûd, endamê meclîsa mentiqî ya partiya me li Qamişlo

– Mihemed Daham Ayo, endamê desteya şêwirmendiya partiya me û serokê berê yê encûmena herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Qamişlo.

– Barzan Huseyîn, endamê meclîsa mentiqî ya partiya me li Girêkê Legê

Sêşema borî, 13ê Tîrmehê, heval Feremez Abdul Karim Ali ji Derek, û di 22 Gulan de, heval Abdul Ghaffar Mihemed ji Çilaxa Agha hatibûn revandin.

PDKS dibêje: Bi van kiryarên tirsandinê û siyaseta bêdengkirina xelkê  bi tenê tûkçûna karasayetî ya reveberîyê dide nîşandan., ji ber ku ew li hincetekê digere da ku raya dijber bişkîne û bi zora çekan otorîteyek de-facto ferz bike.

PDKS berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje ku; Em di Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya de di demekê de ku em van kiryarên zordar û binpêkirinên mezin, ku berevajî rêgezên bingehîn ên maf û azadiyên mirovî ne û ji pêşeroj û doza gelê me re xizmetê nakin, û herweha hewldanên ji bo serfiraziya yekrêziya Kurda bi  sînor dikin.

Em bangî dezgehên navneteweyî dikin ku erkên  xwe pêk bînin da ku pêşî li binpêkirinên li dijî kadroyên Konseyê bigirin, û em bangî gelê xwe, hêzên wan ên netewî, dezgehên sivîl  û hêzên Kurdistanî jî dikin ku xwedî helwestbin . Em piştrast dikin ku ev kiryar bi tenê xizmeta dijminên gelê me yê Kurd û hemû gelên herêmê dike.

Stenbol, 23. 07. 2021

Back to top button