CîhanRojev

Me ji Îranê re gotiye pêşiya êrişên li ser Hewlêr û Bexdayê bigirin

Wezîrê Derve yê Iraqê dibêje, wan ji karbidestên hikûmeta Îranê re gotine pêşiya êrişên milîsên Iraqî li ser Hewlêr û Bexdayê bigirin.

Wezîrê derve yê Iraqê, Fuahd Husên ji televîzyona erebî ya El Hurre re gotiye, di civîn û hevdîtinên xwe de bi berpirsên Îranê re nîgeraniya xwe li hember êrişên milîsên Iraqî yên girêdayî Îranê li dijî firokexaneyên Hewlêr û Bexdayê aniye ziman û daxwaz ji wan kiriye pêşiya wan êrişan bigirin.

Fuad Husên her wiha gotiye, berpirsên Îranî red kirine ku pêwendiya wan bi êrişên han ve hebe, di demekî de ku beşek ji wan komên milîs bi eşkere xwe girêdayî Îranê dibînin.

Wezîrê derve yê Iraqê li ser şerê PKK û Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê jî gotiye, Iraq bi hebûna hêzên PKKê li ser xaka Iraqê kêfxweş nîne û Destûr jî qebûl nake xaka Iraqê li dijî welatekî cîran were bikaranîn.

Fuad Husên ev jî red kiriye ku êrişên Tirkiyê li ser deverên sînorî bi hemahengî ligel Bexdayê bên kirin.

Back to top button