Cîhan
Di Mihracana Avê de 345 kes mirin
Li kamboçja kêmasî 345 insan di mihracana avê de mirin. Li gora ragihandinê ji bo Mihracana Avê nêzikî 3 milyon kes li paytextê Kamboçya Phnom Penh civiyan. Xelkê ku kom bûyin di hinek cihên kontrolê re derbas dibûn, ji qelebalixa zêde dilê hinekan bûrî û ketin, vê yekê tirsek kir di nav xelkê de herkesekî xwest xwe xilas bike. Gelek insan man di bin lingan de û jiyana xwe ji dest dan.
Li gora agahdariyên medya cîhanê dide heta niha kêmasî 345 insana jiyana xwe ji dest daye û gelek birîndar hene. Ev mihrican li kendava Diamantön çêdibe. Ji bo xelk herin kendavê dive li ser piran re derbas bibin dema derbasbûna li ser pirê ev karasata mezin çêbû.
Hêjmara rûniştvanên paytextê Kamboçya Phnom Penh bi xwe milyonek û niv e.