Em û Tirkiye şirîkên stratejîkin

Roja sêyem ya cejnê ye. Li Parîsê otelekîme. Li aliyek yê lobiya otêlê çûyin hatinek heye. Bala min dikişîne.
Ez hinek himaya dibînim, hewldidin ku bala kesekî nekişînin, dixweyê ji bo himaya kesekî girîng li vê derêne. Kesek bi sere xwe taşta sibê dixwe. Piştre rojnama dixwîne. Ew hîmaye piraniya wan ji welatên rojavane, hinek ji Rojhilata Navîn jî hene. Min çave xwe dayê, navek naskirî Nêçîrvan Barzaniye. Navek ku di siyaseta Bakurê Iraqê (Kurdistan) de xwedî bandore, belkî jî yê herî xwedî bandor e.
Herî demek hesas de 7 salan serokwezîriya hukumeta herêmê kir. Min ji berî 4-5 salan ew li Hewlêr naskiribû. Niha jî cîgirê serokê PDK-ê ye.
Pêwendiyên li gel welatên rojhilat bi giranî li ba wî ne. Dosya Tirkiye bi temamî di destê Neîçîrvan Barzanide ye. Piraniya van tiştan raya giştî nizane. Gelek caran serdana Tirkliye dike,li gel berpirsiyarên dewletê û hukumetê hevdîtina pêktîne.
Ez rabûm çûm ba Nêçîrvan Barzanî û min cejna wî pîroz kir. Piçekî li min rênî di cih de hîmaye hatin, min xwe da naskirin û kasî yek deqîqeyekî mam û ji balê veqetam. Deh deqîqe derbas bûn, Amir beg kesayetek gelek qubar å nazik hat ez dîtim û got “ Cenabî wî dê keyfxweş bibe ku hun kehveyekî li gel vexwin“ û ji minre gotin kerem bike hêviya weye.
Ez çûm ba Barzanî me dest axavtinê kir. Di destpêkê de me biçekî behsa cejnê kir, piştre me behsa Rojhilata Navîn, pêwendiyên Tirkiye û Iraqê, bahsa PKK-ê û vekirina demokratîk kir.
Ji her gotina wî kifş bû ku, ew ji gelek nêzik ve siyaseta cîhanê dişopîne. Nêçîrvan Barzanî, navek bi akil û enteluktele.
Min dest gotina xwe kir û got “ Ez wek rojnemevanekî dizanim ku, li Tirkiye li ba dewlet û hukumetê cihek we gelek girîng heye.“ welêye jî navek xwedî îtaberekî mezine li Enqere. Ji berî demek kin serdana Tirkiye kirîbû civînek bi zêdeyî du seetan li gel serokwezîrê Tirkiye Erdogan kirîbû. Li ser wê hevdîtina wan bayek erênî peyda bibû. Min gotina xwe anî li se hukumeta nû ya Iraqê.
Min ji rojnama xwendibû ku, Amerîka di vê pêvajoyê de ne dixwest Talabanî bibe serokkomarê Iraqê. Talabanî jî gazind kirîbûn û gotibû ku, “Enqere bi hespê xelet leyizt“ Gul jî li ser pirsekî goti bû ku, “ Ez tê nagihim ji bo çi Talabanî bi vî awayî kiset dike“ Lê Nêçîrvan Barzanî gazinda Talabanî dizaniya di vê derbarê de tişta gotî eve:
“ Min hevpeyvîna di rojnama Miliyetê de xwend. Ez bi awayek din difikirim. Tirkiye ji bo avakirina hukumeta Iraqê rolek pozitîf leyizt.“ Piştre bahsa hinek kesên ku di hukumeta Iraqê de berpirsiyariyên giring standîn kir û got, eger ne bi pişgiriya Tirkiye bûya ew navên nêzikî tirkiye dê ew postên îro wernegirtibûna. Piştre Barzanî nirxandinek kir û got: Tirkiye pişgiriyê neke, li Iraqê hinek pêşveçûn pêknayên.
Min pirsî, başe bandora Îranê li hukumeta nû.
Barzanî got ev yek tê mezinkirin û ev zêde girîng nedît û got: Bi awayekî kêm yan zêde bandore her aliyên ku Iraqê ve giridayî heye. Lê biryara dawî ya Iraqê bi xwe ye.Di van mercan de çareseriya herî baş hate dîtin.Tu pirsgirêk tuneye.
Barzanî literature Ewropî karanî û bi kûrahî hinek analîzên jeostratejîk kirin. Got ku, “ Tirkiye û Kurdên Iraqê şirîkên hev yên stratejîkin“ Ev gotinek balkiş bû, Fikra min çû li ser Washington sala 2005-ê. Serokê wê demê yê Amerîka Bush ji Ewrdogan re gotibû ku, “ Tirkiye û Amerîka şirîkên hev yên stratejîkin“ Ez niha jî nefsa vê gotinê ji neçîrvan Barzanî dibihîsim û vê gotinê ji bo pêwendiyên Tirkiye û Iraqê ya rast ji bo pêwendiyên Kurdên Iraqê û Tirkiye bi kar tîne.
Herweha Barzanî zemînê “şirîkatita stratejîk“ jî gelek baş amade dike.
“ Iraq welatek zengîne. Zengîniya li ba me heyî li ba we tuneye. Gaz û petrol heye, hun jî deriyê me yê li cîhanê vedibêne. Tişten ku herdu alî jî hev bigrin hene. Dê herkes feydê bike. Tirkiye nebê hinek tişt zehmetin, divê em hevgirtina darayî(ekonomik) pêkbînin. Rewş başe, min li gel Erdogan hevdîtinek erênî pêkanî.“
Di gotinên Barzanî de xalekî gelek balkêş hebû. Digot ne pirsa kurd, pirsa PKK-ê.
Başe çareserî Çîye?
“ Em pişgiriya siyaseta Tirkiye ya vekirina demokratîk dikin. Ji bo aşitiya herêmê girîng e. Çareseriya leşkerî çênabe, eve çênebû jî. Ev pirs ne pirsa Ak-Partiyê ye, dewleta we jî bi vî awayî difikire. Li dûv çareseriyek aşitiyanene em vê dibînin. Yek rêya şareseriyê heye, diyalog. Em dizanim ev ne gelek hesaniye.Em daxwaziya binêrin, guhertina destura bingehîn ya Tirkiye bi hesanî çêdibe?
Min pirsek jê kir û got: Başe em bêjin pişgiriyê bidin Nêçîrvan Barzanî bila vê pirsê çareser bike, hêviyên Tirkiye ji hewe hene.. hun dê çi bikin?
Em dixwazin PKK-ê iqna bikin ku ji dev çekan berdin û vegerin. Divê mercên vê pêkwerin. Ji bo vê hewldan hene. Ji bo me li Iraqê federalizm çareseriya herî başe. Ne veqetandin, Kurd, Ereb, Şîe, Sune. Turkmen hemi bimînin di nav sîstemê de. Tirkiye ji bo pêwistiya şirîkatiya stratejîk dikare nêzikî Kurdan bê jî û nêzikî suniyan bê jî.
Min pirsî heman dem de? Gote belê heman demê de.
Em nêzikî dawiya axavtina xwe dibûne. Demekî kurê Barzanî yê kiçik hate ba me gelekî şirîn bû. Min jê pirsî.“ Babê te tu birî Disneyland¬? gote,“ na hê ez nebirime“.
Min gote du pirsên min yên dawî hene.
Hun pêşeroja Tirkiye çewe dibînin? Ihtimala parçebûnê heye?
Di cêh de bersiva min da û got: Parşebûna Tirkiye çênabe.
Başe hun li weneyê mezin dinêrin, başe hun siyaseta Amerika û Ewropa ya Rojhilata Navîn, Tirkiye û Iraqê çewe dibînin?
“ Amerîka di nav teredûtîkî de ye. Washington hewldide siyasetek piralî bike.(gelek berfireh behsa vê yekê kir lê ez niha vê dibûrînim) Ewropa stratejîk nêzikî vê herêmê dibe. Ew elastikîtirin. Ew wek ewlehiya enerjiyê li hinek pirsa dinêrin. Me jî 3-4 salên xwe dan enerjiya herêmê. Me dît ku, ji bo Ewropa Rusya û Îran heye. Ev ne gelek saxlemin. Şûn de em dimînin. Li ser Tirkiye re rêkirina petrol û gazê ji bo Ewropa gelekî girînge.“
İsmail KÜÇÜKKAYA/PARİS
Rojnama Akşam
Weger: Rojeva Kurd