23’ê Sermawez
Di sala 2003’an û di rojekê wekê îroyê de Serok Dewletê Gurcistanê Eduard Şevardnadze ji ber zêdebûna şermezarkirinê erkê xwe îstîfa kir.
Eduard Şevardnadze (Gurcî: ედუარდ შევარდნაძე; rojbûn. 25 Rêbendanê 1928) di navbera salên 1985-1990 û di sala 1991ân de Wezîrê Karên Derveyê Yekîtiya Komarên Sosyalîstên Sovyetê û di navbera salên 1992-2003’an de Serok Dewletiyê Gurcistanê kir.
Piştî têkbirina yekemîn Serok Dewletê Gurcistanê Zviad Gamsahurdia desthilatdar dibe lê di sala 2003’an de mixalefeta bi serokatiya Miheil Saakaşvili naçar dimîne û ji erkê xwe îstîfa dike.
Şevardnadze kurê mamostayekî Gurciyê ye. Li mekteba Partiya Komînîst ya Gurcistanê xwendekar bû. Di sala 1960’an de li Enstituya Pedagojiyê Kutaisi perwerdehiya dîroka xwe temam kir û di sala 1946’an de jî tevî Komsomol dibe. Di sala 1964’an de çûyê Tiflîsê û di rêveberiya partiyê de peywirdariyên cûr be cûr kir û di sala 1972’an de jî Sekreterê Yekemînê Partiya Komînîsta Gurcistanê dibe. Di sala 1976’an de Komîteya Navendî ya Partiya Komînîsta Yekîtiya Sovyetan û di sala 1978’an de jî dibe endamê namzeta polîtbûroya wê partiyê. Di sala 1985’an de dibe endamê Polîtburoyê û di sala 1985’an de jî bûye Wezîrê Karên Derve yê Yekîtiyê Sovyetan.
Şevardnadze heta têkçûyina Yekîtiyê Sovyetan bi gelek cihên dewletê de kar kir û ji sala 1992’yê û ta sala 2003’an Serok Dewletiyê Gurcistanê kiriye.