Di mehekî de Pêşmerge 836 çekdarên DAIŞê kuştine

Tenê di meha borî de, Hêzên Pêşmerge karîne bêtirî 836 çekdarên DAIŞê bikujin.

Berpirsê Liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ziyanên DAIŞê di meha borî de eşkere kir û ji malpera KDP.info re ragihand: li gorî amarên ku ketine destê me de, di nava meha borî de, bêtirî 836 terorîstên DAIŞê li ser destê Hêzên Pêşmerge hatine kuştin.

Seîd Memozînî wiha got: “Şevê din li eniya Naweran û Şingalê terorîstên DAIŞê 2 êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin, ku li wir 24 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û yên din reviyan.”

Memozînî wiha domand: “Li gorî agahiyên me, ew çekdarên ku reviyan û çûn Beacê hejmara wan 15 bû û DAIŞê her 15 gulebaran kir, ji ber ku ji şer reviya bûn.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: