Di hukumeta Tirkiye de du guhertinên girîng..!
Serokkomar û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan, kabîneya hukumetê de guhertinek pêkanî.Serdozgerê Stenbolê Akın Gürlek li şûna Wezîrê Dadê Yılmaz Tunç û Waliyê Erzurumê Mustafa Çiftçi li şûna Wezîrê Karên Hundir Ali Yerlikaya tayîn kir.
Fermana ku ji hêla Erdogan ve hatiye îmzekirin û di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, tekez dike ku Tunç û Yerlikaya îstifa kirine û ev yek hatiye qebûl kirin. Lêbelê, balkêşe ku ne Tunç û ne jî Yerlikaya, dema ku li ser medyaya civakî spasiya Erdogan dikirin, di peyamên xwe de behsa daxwaza xwe ya îstifayan nekirine.
Eve demek bû li Tirkiye beha guhertinekî di nava hukumetê de dihat kirin, lê kesek ne hêviyê bû ku, wezîrê navxwe û yê Dadê bê guhertin. Behsa guhertina hinek wezîrên din dihat kirin.
Akın Gürlek, ku di dema dadweriya xwe de li Stenbolê bi biryarên xwe ket rojevê, paşê wekî Cîgirê Wezîrê Dadê hate tayînkirin, û dû re di Cotmeha 2024an de bû Serdozgerê Giştî yê Stenbolê. Niha wekî Wezîrê Dadê vegeriyaye Enqerê.
Yerlikaya, ku li şûna Süleyman Soylu wekî Wezîrê Karên Hundir hate hilbijartin û demek dirêj bû ku behsa dûrxistina wî ji kar dihat kirin, dê posta xwe radestî Çiftçi, Waliyê Erziromê kir, ku beşdarbûna wî di bîranîna İskilipli Atıf Hoca ya 2021an de bû sedema nîqaşeke giştî. Her wiha gotegot hebûn ku Yerlikaya demek dirêj e bi cîgirên xwe re pirsgirêk hebûn.


