Di ewlakariya Iraqê de cih nadin kurdan
Ew hersê postên ewledarîyê jî, bergirî, navxweyî û asayişa niştimanî ne û Mehmûd Osman da nîşandan, ku ev hukûmet yekê ji wan jî nade kurd.
Di vê derbarê de Mehmûd Osman got: Ez bi xwe weha dibînim, ku ew yekê ji van hersê postên ewledarîyê jî nadin kurda. Heta niha kurdan jî bi awayekî fermî daxwaza yekê ji van postan nekirine, belê dibe ku kurd daxwaza posta saloxegerîyê bikin.
Mehmûd Osman got, ku heger posta saloxegerîyê (istixbaratê) bidin kurdan dê tiştekî gelek baş be, belê Hevpeymanîya Niştimanîya Iraqî ev tişt qebûl nekir. Dema ku kurdan daxwaza posta şîretkarîya asayişa neteweyî jî kirin, ew jî nehat qebûlkirin û ev postê han jî, dan grûpa Ibrahîm Ceferî.
Mehmûd Osman got: Gelek giring e, ku kurd dezgeheka ewledarîyê bi dest bixin. Ji ber ku pirs û girêkên me yên ewledarîyê li deverên dabirayîyên herêma kurdistanê hene. Kurd jî beşekî Iraqê ye û ji mafê kurd e, ku posteka bilinda ewledarîyê di destê kurd de be, ji ber ku em hevparên desthilatdarîya Iraqê ne.
Di beşekî dinê vê bêjedana xwe de Mehmûd Osman da nîşandan, ku kurd di biwarê pirsên ewledarîyê û parastina asayişê de, xwedî ezmon e û dê Iraqê bi xwe jî sûdê ji ezmona kurd bibîne, dema ku posteka ewledarîyê bikeve destê kurd de.