Di demekê nêzîk de hilweşandina “Rêveberiya Xweser” û HSDê tê ragihandin..!

Endamê Tîma Serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê di navbera Hikûmet û HSDê de Dr. Mustefa Ebdî da zanîn ku Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî di demekê nêzîk de hilweşandina “Rêveberiya Xweser” û HSDê radigihîne, tenê dezgehên hikûmî dimînin û her dezgehek tevlî dezgehên hikûmetê dibe.
Dr. Ebdî di çarçoveya beşdariya xwe de di programa Rojeva Welat de da zanîn ku 12 hezar malbatên Serê Kaniyê li Hesekê hene û vegera wan dê ji vegera yên Efrînê hêsantir be.
Dr. Mustefa Ebdî diyar kir ku dîl û girtiyên HSDê yên li cem hikûmetê dê beriya cejna Qurbanê werin serbestberdan, û tevaya termên qurbaniyên HSDê yên di sarincan de hatin radestkirin.
Naveroka hevdîtinê li gorî pirs û bersivan:
*Îro hilbijartin li Hesekê û Kobaniyê bi dawî hatin, proseay hilbijartinan we çawa dît?
**Prose bi aştî bi rê ve çû û tu pisgirêk derneketin, 9 endam li Hesekê hatin hilbijartin û 2 ji Kobaniyê û tevaya pêkhateyan tê de beşdar bûn.
*Kengî yekem rûniştina perlemanê dest pê dike?
**Hîn rûniştin nehatiye destnîşankirin, ji ber ku 70 endam mane dê ji aliyê serokê Sûriyê ve werin destnîşankirin.
*Kengî ew nav têne ragihandin?
**Di demeke nêzîk de ye ez bawr im piştî cejna qurbanê ne.
*We tu nav ji bo para Hesekê ji serokê Sûriyê re pêşniyar kirine?
**Belê me 20 nav pêşniyar kirine û 5 nav ji tên destnîşankirin.
*Em derbasî mijara rêkeftinê bibin, xalên ku hîn mane û bi cî nebûne çi ne?
**Xalên girîng û sereke yên derbarê doseyên leşkerî û ewlehî hatin bicîkirin, leşkerên tevlî hêzên navxwe bûne dê di kolêjên leşkerî de werin perwerdekirin û xul ji wan re hatine vekirin. Di warê leşkerî de tu pirsgirêk û astengî nemane û lihevtêgihiştin li ser her tiştekî çêbûye, ji 2 mehan ve HSDê mûçeyên xwe ji hikûmetê werdigirin.
*Doseya YPJê çawa çareser bûye?
**Derbarê YPJê de beşek ji wan dê tevlî Wezareta Navxwe bibin û tu pirsgirêk di tevlîbûnê wan de tune ye, lê weke artêş nabe ji ber ku di artêşa Sûriyê de jin tune ne.
*Ji koka 14 xalên rêkeftinê, çi astengî mane?
**Ta niha tu astengî tune ne, her du alî jî dixwazin tevlîbûn bi dawî bibe, û nîşanên erênî hene ku rêkeftin bi şêweyekî aştiyane bi dwî bibe û fermana serokê Sûriyê diyar e ku bê şer her tiştek bi rê ve biçe.
*Kengî rêkeftin bi dawî dibe?
**Tu demeke destnîşankirî jê re nehatiye danîn, ji ber ku gelek mijarên hestiyar di rêkeftinê de hebûn, weke mijara zîndanan, 11 zîndan li cem HSDê hebû û niha bi temamî hatin radestkirin. Her weha mijara koçberkiriyan, hejmareke mezin hene, 8 hezar malbatên Efrînê hatin vegerandin, lê hîn 12 hezar malbatên Serê Kaniyê li Hesek hene.
*Piştî we zîndan wergirtin, girtiyên siyasî tê de hebûn?
**Belê gelek hebûn me ew serbest berdan lê yên tawan encam dane mane, û sibe hejmareke din ji girtiyên HSDê têN serbestberdan.
*Girtiyên siyasî yên ku malbat û tevgera siyasî dibêjin li cem HSDê girtî ne, mane?
**Me tu girtî di zîndanan de nedîtin, tenê yên ku dîl hatin girtin, weke min gortiye di demeke nêzîk de têne serbestberdan.
*Dibe ku girtî li zîndana HSDê de mabin?
**Madam HSDê, 10 kes bêyî ma berdan ne dûr hebin.
*Navên zîndanên ku we wergirtine çi ne û li ku derê ne?
**Ya sereke li Giwêrana Hesekê ye lê yên din agahiyên min li ser tune ne.
*Hejmara dîlgirtiyên leşkerî yên ku nehatine serbestberdan çend e?
**Ta niha lîste negihiştiye ber destê min, lê di demeke nêzîk de têne serbestberdan.
*We mijara hêzên Pêşmergeyên Roj gotûbêj kiriye?
Ta niha bi fermi nehatiye gotûbêjkirin, lê pirsgirêk tune ye ku tekane tevlî artêşa Sûriyê bibin lê ne weke hêz.
*Tê gotin ku tevlîbûn û bicîkirina rêkeftinê tenê li ser ragihandinê ye, lê li ser erdê tiştek tune ye?
*Na, gelek gavên cidî hatine avêtin, lê em hemû dizanin ku tevlîbûna rasteqîne dem jê re divê, gelek dose ji bo hikûmetê hatin radestkirin, weke deriyên sînorî, bîrên petrolê, danîna rêbendên hevbeş, lê em nikarin bibêjiên hemû pirsgirêk di roj û şevekê de dê bi dawî bibin.
*We di gelek civînên xwe de li gel Mezlûm Ebdî xwestibû ku Ciwanên Şoreşger nemînin, li ser erdê mane yan na?
*Ji me re dibêjin ku Ciwanên Şoreşger ne hêzeke leşkerî ne, lê belê tenê çalakvanên sivîl in, bi hin çalakiyan radibin, û peywendiyên wan bi revandin û kuştin ve tune ye, hêvîdar in ew yek rast be û rûpelên nû vebin.
*Leşkeriya Neçarî nemaye?
**Ji dema ku me dest bi bicîkirina rêkefinê kiriye me nebihîstiye ku kesek hatiye revandin û leşkerkirin.
*Termên qurbaniyê HSDê çima nayên radestkirin?
**Tevaya termên ku di sarincan de bûn, hatin radestkirin, û hejmara wan çend bûn ez nizanim.
*Kengî malbatn Serê Kaniyê vedigerin warê xwe?
**Hin malbat bi tenê xwe vegeriyane, lê beşê mezin piştî cejna Qurbanê dê werin vegerandin, ji ber ku em bi yên Efrînê mijûl bûn.
*Tu sazî û dezgehên hikûmeta Turkiyê li Serê Kaniyê mane?
**Bingehên Turkiyê hîn hene, lê sazî û dezgehên di nava bajêr de bi tevayî di destê me de ne.
*Malbatên Ereb ên li Serê Kaniyê kengî derdikevin?
**Malbatên ku niha li Serê Kaniyê dimînin tenê 1150 malbat in û vegera wan dê hêsan be, lê hejmara mezin ên malbatên resen ên Serê Kniyê yên li Hesekê ne, ku hejmara wan 12 hezar malbat e.
*Kengî deriyê Nisêbîn – Qamişlo tê vekirin?
**Hikûmetên Sûriyê û Turkiyê dixwazin ew derî vebe, niha behsa wê yekê nayê kirin, lê eger tevaya dezgeh û sazî hatin radestkirin piştî wê derî vedibe.
*Doseya dadgeha Qamişlo çawa çareser bûye?
**Dadwerên ku di salên bûrî de weke dadwer kar dikririn, dixwestin li ser karê xwe bimînin lê di yasaya Sûriyê ew yek tune ye, kesên ku karên xwe berdewam bikin divê hilgirê bawernamyên dadweriyê bin.
HSDê navên 200 dadwerî ji me re rakirin, me lêkolîn li ser wan navan kir, derdora 100 dadwerî hatin hilbijartin da ku berê xwe bidin, ezmûnên xwe bikin û kesên pispor werin destnîşankirin û pejirandin.
*Pirsgirêka tabloya Koşka Dadweriyê li Hesekê çareser bûye?
Hin alî hebûn dixwetsin tevlîheviyê dirust bikin, lê hikûmet guh nade wan û dixwaze her tiştek bi aştî çareser bibe, li ser bidawîkirina mijara tevlîbûnê berdewam e, û divê nakokî nemînin û em hemû bi hev re kar li ser avakirina welêt bikin.
*Em behsa navên Kurdî bikin, kengî navên Kurdî vedigerin belgeyên hikûmetê weke nimûne, Dêrik li şûna Malkiyê vegere?
**Piştî cejna Qurbanê, perleman dê yekem civîna xwe li dar bixe, komîte tê damezrandin ji bo vegerandina navên resen ên bajar û gundan, û mafên Kurdan di ji wan re werin vegerandin.
*Eger xalên rêkeftina 29ê Çileyê bi temamî bi cî bûn, Rêveberiya Xweser û HSDê dimînin?
**Di demeke nêzîk de, fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî derdikeve û Rêveberiya Xweser û HSDê hildiweşîne, Sûriya yek welat e, yek artêş e û hêzên ewlehî dê yek bin, her guhertinek di navan de hebe, dê di rêya perlemanê re be, û yasaya Sûriyê dê li ser tevaya xaka Sûriyê were bicîkirin.
*Hikûmeta Sûriyê çawa li Kurdan û mafên wan temaşe dike?
**Baweriya hikûmetê bi taybet serokê Sûriyê bi nafên Kurdan li Sûriyê heye, tekezî ku mersûma 13an ne minetek e lê mafên Kurdan e, hêvîdar im Kurd daxwazên pir zehmet ji hikûmetê nexwazin û bi hev re kar bikin, ev welat a me ye û dive dûr ji ejindeyên derekî em kar bikin.
*Gotina te ya dawiyê tu dixwazî pêşkêş bikî?
**Peyama min a dawiyê ew e ku divê Kurd li gel hikûmetê kar bikin û baykot nekin, her weha cihê xwe di pêşeroja Sûriyê de bibînin û tê de mafên xwe bi dest bixin.
Welat TV


