Polîtîk

Di çapemeniya tirk de serdana Barzanî

 
 

Enqere – Çapemeniya tirk ciyekî fireh da serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî ya ji bo Tirkiyeyê. Di nûçe û şîroveyên rojnameyan de girîngiya serdanê hate destnîşankirin.

Barzani DavutoğluSerdana Serokê Barzanî ya Tirkiyeyê ku di bin siya êrîşa Israîlê ya keştiyên alîkariyê de pêk hat, ligel rojeva germ, di çapemeniya tirk de ciyekî fireh dît. Rojnameya Akşamê manşeta xwe ya îro ji bo serdana Barzanî veqetandiye û gelek rojnameyan jî geşedanên derbarê serdanê de di rûpela yekemîn de dan.

Di rojnameyan de jî gelek qunciknûsan serdana Barzanî ya Tirkiyeyê şîrove kiriye. Nivîskara rojnameya Akşamê Nagehan Alçi, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Barzanî çima hat?” de nivîsandiye ku “sedema sereke ya hatinê aborî ye”. Alçi ku nivîsa xwe spartiye çavkaniyên pêbawer yên li “Herêma Kurd”, diyarkiriye ku, “rêveberiyên kurd û tirk ev demek e ku di mijara enerjiyê de hevdîtinan dikin”, gotiye ,”Dema dibêjim enerjî, ez tenê ne qala petrolê dikim. Ya rast di mijara petrolê de jî hevkariyên girîng hene lê di demên dawî de çavkaniya ku jê bêtir derdikeve pêş gaza xwezayî ye. Li herêma kurd potansiyela 70 milyar metre sêcar gaza xwezayî heye. Armanc ew e ku vê potansiyelê bixin dewrê û bixin nava Nabuccoyê.”

Nivîskarê Milliyetê Derya Sazak jî di nivîsa bi sernavê “Peyama Barzanî” de, bal kişandiye ser girîngiya serdana “lîderê Rêveberiya Herêmî ya Kurd a Iraqê” û wiha nivîsandiye: “Di serdana ku piştî 6 sal navberê pêk hat de, hate dîtin ku di pêşdebirina têkiliyên bi Iraqê re yên dûrî ‘faktora PKK’ê’ de gelek rê hate standin. Wezîrê karên Derve Davutoglu ji Barzanî re gotibû ‘Kak Mesûd’.

Nivîskarê rojnameya Milliyetê Fikret Bila jî di nivîsa bi sernavê “Hem teror, hem tehdîd hem jî pêşîvekirin dê çawa pêk bê?” de diyar kiriye ku Enqereyê di asta herî bilind de Barzanî pêşwazî kiriye û wiha nivîsandiye:

“Tenê ew ma ku ‘ala Kurdistanê’ nexiste salonê. Wergera bi kurdî jî tê de, pêdiviyên protokola dewletê bi cî anî. Barzanî kêfxweş xuya dikir. Navê PKK’ê bi lêv nekir. Negot terorîst. Tenê got ku polîtîkaya pêşîvekirinê ya hikûmetê wekî wêrekiyê dibîne. Barzanî dewleta xwe ava kir. Tenê îlan nekir. Bi piştgiriya DYA’yê hêza wî ya aborî, siyasî û leşkerî roj bi roj zêde dibe. Di vê pêvajoyê de ji Tirkiyeyê jî piştgiriya girîng dît. Lê tu caran piştgiriya ku Tirkiyeyê di mijara tmkoşîna li dijî PKK’ê de qet neda. Wisa xuya dike ku dê nede jî.”

Nivîskarê rojnameya Starê Nasuhî Gungor jî, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Qada hevrikiyê ya nû Bakurê Iraqê” de diyar kiriye ku Enqereyê mêvanekî giran pêşwazî kiriye û diyar kiriye ku “divê serdana Barzanî ne tenê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê an jî xebatên ji bo avakirina hikûmeta Iraqê de bê dîtin”. Gungor ku diyar kiriye gelek proje danîne ser maseyê, gotiye, “Lewre barzanî navekî wisa ye ku li vê cografyayê gelek aktorên herêmî û di ser de jî hêza navneteweyî girîng dibîne û muxatb digire. Wekî mînak, Israîlê li Bakurê Iraqê mesaiyeke cidî xerc kiriye. Wisa xuya dike ku bakurê Iraqê dê di navbera Israîl û Tirkiyeyê de bibe qedeke girîng a hevrikiyê.”

(AKnews)

Back to top button