Ji bo Baransu 10 sal cezayê zindanê tê xwestin
Mehmet Baransu, rojnemevan e û di rojnema Tarafê de kar dike. Barzansu heta niha piraniyê nûçeyên di derbarê leşkeran de belav kirine û tawanbariya wan di gelek pirsan de bi belge eşkere kiriye. Belgeyên di derbarê plankirina hinek înkilabên leşkerî ketine destê Mehmet Barnsu û wî jî ew belge di rojnama Tarafê de belav kirine û teslîmê dadgehan kirne.
Bi helwest û rojnemevaniya Barnsu, di derbarê gelek generalan de lêpirsîn çêbûye , derketine dadgehê û îro generalên girtî jî hinek ji wan bi encama belgeyên Barzasu belev kirin di girtägehan de ne.
Leşker û hinek derdorên tên zanän,wek kemalistan gelekî dijitiya Baransu dikin. Niha jî dadgehek ji bo Mehmet Baran su de 10 sal cezayê zindankirinê dixwaze.
Baransu di derbarê serfermandariya Tirkiye de nûçeyek sala 2009-ê çêkirî bû. Niha ji bo wê nûçeyê di tê mehkeme kirin.