Cîhan

Kûpaya VIVA 2010 bi dawî hat û Kurdistan bû duyem

Vê êvarê roja şemiyê di lîstika fînalê ya kûpaya VIVAyê 2010ê da taxima herêma Kurdistanê ya Fûtbolê 0-1 li heber taxima herêma Padaniya ya Îtaliyayê xisaret bû. Bi vî awayî taxima Pdaniyayê bo şampiyona VIVA 2010 û taxima Kurdistanê jî pileya duyem bidest xist.

Lîstikvanê taxima Padaniyayê  Sîlî di deqîqeya 24ê da gol avêt taxima Kurdistanê.

Roja 31.05.2010ê taxima fûtbolê ya herêma Kurdistanê 4-1 bi ser taxima Seqeliye ya Îtaliyayê serket.

Roja 02.06.2010 taxima fûtbolê ya herêma Kurdistanê 3-2 bi ser taxima Provînsiya ya Fransayê   serket.

Lîstikên kûpaya cîhanî ya VIVA yê ya çaremîn  îsal di 31ê gulanê heta 6ê xizîranê li herêma Goza li Maltayê hatin kirin.

Kûpaya Cîhanê ya VIVA, dewreyeke (turnering) cihanî ye û her  sal carekê (di destpêka wê de her du salan carekêihat kitin ) tê kirin. Ev kûpaye ji bo wan welatan tê rêxistin, yên ku bê dewletên serbixwe ne. Kûpaya VIVA-yê ji aliyê New Federation Board ve tê amada kirin.

Kûpaya yekem ya VIVA yê li  Occitania,   kûpaya  duyem 2008 li Gällivare li Swêdê û kûpaya  sêyem jî li Padania li Îtaliya yê hatin kirin.

Taxima fûtbola Kurdistanê bo carayekê beşdarî di lîstikên kûpaya cîhanî ya VIVA yê da di kûpaya duyem da kirin û pileya çarem bidest xist. Di kûpaya sêyem de taxima fûtbolê ya Kurdistanê pileya duyem bidest xist. Îsal jî Kurdistanê pileya duyem bidest xist.

 Komîteya rêveberiya VIVA yê di civînekê de bi amadebûna nûnerên fûtbola herêma Kurdistanê biryar dan ku kşpaya VIVAyê ya sala 2012ê li herêma Kurdistanê bê kirin

Back to top button