Polîtîk

Di beşa yekem de guhertin hatin qebûl kirin

Enqere – Di parlementoya Tirkiye de civînên li ser guhertina beşek ji destûra bingehîn temam bûn. Civînên li ser guhertinên destûrê di du beşan de tên kirin. Niha beşa yekem xilas bû. Civînên li ser gengeşa guhertina destûrê 207 seetan berdewam kir. Xalên ku hukumetê dixwest bêne guhertin hemî hatin pejirandin. Dengdan li ser her madeyekî bi serê xwe dihat kirin. Qebûlkirina madeyan herî kêm 331 deng û herê zêde 340 dengan hate erê kirin.

Beşê duyem roja yekşembe 2-ê Gulanê dê dstpê bike. Civîn û dengdana li ser vî beşî jî wê 5 rojan berdewam be. Di van dengdanan de hemî parlementerên Ak-Partiyê carcarna hinek jî parlementerên serbixwe dengê xwe ji bû qebûlkirina guhertinên destûrê karanîn.

CHP- deng nedidan û dema dengdanê derdiketin derve. MHP dijê guhertinan dengên xwe karanîn. BDP piranî deng nedidan û wek CHP-ê derdiketin derve. Lê ji bo guhertina hinek madeyan, carê 3-4 parlementerên BDP-ê dengên qebûlkirinê dane.

Dixweyê dê beşa duyem de rewşa dengdanî bête guhertin. Ji bo vê yekê di navbera Ak-Partiyê û hinek partiyên din û parlementerên serbixwe de hevdîtin hene.

Back to top button