Cîhan
Amerîka Îran û Surî tawanbar dike
Wezîrê bergirîyê Amerîka Robert Gates di navbera guft û goyên xwe de li gel wezîrê bergirîyê Israyel Yehud Barak behs ji metirsîya, xwe pir çekkirina Hizbullah li Libnanê kir.
Robert Gates got, ku her yek ji welatên Îranê û Sûrîya roketên pêşkevtîyên cur bi cur dane Hizbullaha Libnanê û ev çek niha di ber destê Hizbullahê de ne û li gora vekolînan, çekên di destên Hizbullahê de, ji çekên hindek welatên cîhanê zêdetirin.
Herweha Gates got, ku çekdarên Hizbullahê metirsîyan bo ser asayiş û tenahîya devera Rojhilata Navîn dirist dikin.