Kultur

Di 4 hefteyan de 4 çap

Çapa çaran a “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” derket. Kitêb, cara pêşî li Diyarbekir, Fuara Kitêban a TÜYAPê hate belavkirin û rastî elaqeyek zêde hat. Di sê hefteyan de her sê çapên pêşî temam bûn. Çapa çaran jî derket. Hedefa weşanxaneyê ew e ku heta dawiya salê deh hezar kitêb bê belavkirin.
Kitêba nivîskarê galisyanî Séchu Sende “Made in Galiza“ bi kurdî di nav weşanên Avestayê de çap bû: Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim. Kitêba ku di “roja edebiyata galisyanî“ de ku du rojan piştî “cejna zimanê kurdî“ ye derket, ji bo balê bikişîne ser rewşa zimanê kurdî û zimanên di bin tehdîda tunekirin û asîmîlasyonê de ji aliyê 35 şexsiyetê kurd ve hatiye wergerandin. Buhayê li ser kitêbê ji sisêyan yekê piyasê ye, 4 TL ye. Herçiqas buha erzan jî be kitêb, bi kalîteya herî baş a kitêbên standard hatiye çapkirin.

Û “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim“ bû kurtefilm

Vêga jî nivîsa ku navê xwe daye kitêbê bû kurtefilm. Dîrektorê filmê Genco Demirer e û film 05:29 deqîqeyan dikişîne. Dilay Urge leyistiye û Sozdar Başkan tekst xwendiye.
Hûn dikarin ji ser vê lînkê film daxin û temaşe bikin.

http://rcpt.yousendit.com/891593829/5ea0908418335ae895575190f1f40012

Çapkirina film serbest e.

Back to top button