Komeleya dostaniya PE – Kurd hat damezrandin
Komeleya dosteniya parlamentoya Ewropayê (PE) û kurda ku, ev demeke dirêj e dîasporaya kurd û dostên kurdan ên ewropî hewl didan ava bikin, li avahiya PE’yê ya li Strasburgê hate avakirin.
Hate ragihandin ku ji 10 endamên cuda yên Yekîtiya Ewropayê (YE) zêdetirî 15 parlamenterên PE’yê û şêwirmendên wan beşdarî civîna avakirinê bûn û di civîna pêş de jî dê 4 parlamenterên PE’yê beşdarî xebatan bibin.
Bi vî awayî yekemîn komeleya dostaniya PE’yê û Kurdan a piştî hilbijartina dawî ya PE’yê, hate avakirin. Tê payîn ku hejmara parlamenterên PE’yê yên di komelê de di demeke nêz de ji 12’an derkete 20’an.
Di nava komeleyê de ku, tê diyarkirin nehiştine ji derorên rastgir ên tund û dijminên biyaniyan kes beşdar bibe de, parlamenterê PE’yê yê esil tirk ê ji Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Îsmaîl Ertugrul jî cî digire.
Parlamenterên PE’yê yên dostên kurdan ku dijberiya endamtiya Tirkiyeyeke li gorî krîterên Kopenhagê tevdigere nakin, dê ji bo çareseriyeke aştiyane ya ji bo pirsgirêka kurd bixebitin.
Komele her wiha armanc dike ku li parçeyên din ên cografiyaya Kurdistanê jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi riya diyalogan, piştgiriyan bike.
Tê payîn ku komeleya dostaniya PE – kurd di demeke nêz de serdana parçeyên bakur û başûr ên Kurdistanê bike û di navbera salên 2010 – 2014’an de bi awayekî çalak xebatan bimeşîne. Endamê n komeleya dostaniyê ev in:
Jose Bove (Fransa), Helene Flautre (Fransa), Nicole Kiil-Nielsen (Fransa), Bart Staes (Belçîka), Soren Bo Sondegaard (Denmark), Dennis De Jong (Holanda), Jürgen Klute (Almanya), Alexandra Thein (Almanya), İsmail Ertuğ (Alamanya), Nikos Chountis (Yewnanistan), Katarina Nevedalova (Slovakya) ve Baroness Sarah Ludford (Îngilistan).
Her wiha hate hînbûn ku komeleya dostaniya PE – Kurd dê piştî betlaneya havînê, di mehên payîzê de li parlamentoya Ewropayê “Konferansa Kurd” li dar bixe.
mc AKnews