Cîhan
Qirgiz dixwazin birîna xwe derman bikin
Rewşa Qirgizîstanê piştî gelek bûyerên tund hêdî biçekî ber bê dengiyi ve diçe. Piştî şerê di nav Qirgiz û Ozbekiyan de, gelek kuştî û birîndar çêbûn. Li gora ku tê ragihandin seroka Qirgizîstanê Roza Otunbayeva daxûyaniyek da û bal kişand li ser hesasiyeta rewşa Qirgiztanê. Heta niha nêzikî 2000 kes hatine kuştin û nêzikî miyonek insan ji dev war û malên xwe berdane û bûne penaber.
Zêdetirî 400.000 insan derbasî Ozbekistan bûne û sedên hezaran jî li deverên tixûbê Ozbekistan di çadiran de jiyana xwe berdeawam dikin. bajareê wek Oş bi temamî wiran bûye.