Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rûbirûbûna Korona da çi kiriye?
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rûbirûbûna Korona da
Projeya hêla germ ya hevkariya xorekî
Ji ber karantîne û qedexeya hatin û çûnê malbatên kêmderamet li rêya hêla germ ya hevkariya xorekî ve pêdiviyên wan yê xorekî tê dabîn kirin.
27460
Peywendiyên hatine wergirtin
Rojane peywendiya welatiyan bi mebesta dabînkirina hevkariya xorekî tê wergirtin
19832
Malbatên sûdmend
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî ragihandina hêla germ, rojane hevkariya xorekî digihîne malbatan.
Gihandina hevkariyan ji bo navçeyên karantînekirî
Sêbîran – Piştî karantînekirina Sêbîran ji ber belavbûna şewba Koronaya nû, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya xorekî gihand malbatên li Sêbîran û mal bi mal pêşkêşî malbatan kirin.
1470
Malbat li Sêbîran sûdmendbûn
Xelîfan – Li bajaroka Xelîfan ya li parêzgeha Hewlêrê çendîn haletên Koronaya nû hatin destnîşankirin û paşê bi mebesta belavnebûna şewbê li bajarokê bi tevahî hate karantîne kirin, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariyê gihande malbatên li Xelîfan.
1470
Malbatên li Xelîfan sûdmendbûn
Karêzan– Ji ber dû sersaxiyên matemînî li taxa Karêzan ya parêzgeha Hewlêrê dehan kes tuşî şewba Koronaya nû bûn, bi wê sedemê jî parêzgeha Hewlêrê wê taxê karantîne kir da kû şewb belav nebê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkarî gihande malbatên kêmderametên nîştecihê Karêzan.
1470
Malbat li Karêzan sûdmendbûn
Dabînkirina nexweşxane û pêdiviyên tendirûstiyê
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo palpiştî kirina kerta tendirûstiya li Herêma Kurdistanê, pêdiviyên tendirûstiyê û nexweşxaneyê ji bo tûşbûyên Korona dabîn kiriye.
Nexweşxaneya Îmaratî
Nexweşxaneya Îmaratî ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Heyva Sora Îmaratî ve ji bo nexweşên Korona li Herêma Kurdistanê dabîn kiriye.
50 keryole
Nexweşxaneya nû
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî destî bi dirûstkirina nexweşxaneyekî nû kiriye û ji bo nexweşên Koronaya nû li 60 rojan da tê temam kirin.
70 keryole
Pêşangeha navdewletî
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Leqa Hewlêr ya Heyva Sora Iraqî, hemû pêdiviyên tendirûstiyê li pêşangeha navdewletiya Hewlêrê dabîn kirin.
150 keryole
Belavkirina rênimayiyên tendirûstiyê
Li destpêka belavbûna şewba Korona li Herêma Kurdistanê tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rênimayiyên tendirûstiyê li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê û wargehan da belavkir
Hişyariya derûnî li serdema Korona de
Li vê bernameyê da hişyariya derûnî li rojên karantîne da û çawayiya derbasbûna vê rewşê pêşkêşî welatiyan tê kirin