Nivîsar

YNK li piştî karantînê

Dibe ku niha di navbera PDK û YNK li piştî dawî hatina şerê navxweyî, li xeraptirîn rewş da bê. Şerekî sar heye. Xelk çaverêye ku dinya germ dibe û Korona nemînê, lê belê ku germa Koronayê bir, bi heman awayî ew şerê sar germtir dike. YNK jî li karantîna siyasî derdikeve derve. Asta peywendiya di navbera PDK û YNK li dû partiyên desthilatdar û şerîk ve, daketiye peywendiya şexsî. YNK kongreya xwe kir ku PDK mekteba siyasî nemaye! Berê PDK digot em li hêviya YNK ne mekteba siyasî hilbijêrîn, niha bûne cin û hêviya xwedê.

Manewraya siyasiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Serokayetiya YNK û Komara Iraqê li diyarkirina berbijêrekî nû ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Bexda, hemûyan şok kir. Serokayetiya Herêma Kurdistanê wekî damezraweyekî ser partiyan, peywendî li gel Hevserokê YNK, Goran û partiyên din kir û berî ku mala şîî yan Serok Komar (li gor destûr) hîç biryarekî ragihandî hebê, piştevaniya Mistefa Kazimî kir. Serokê Herêma Kurdistanê bi tîrêk zêdetir li nîşanan da. Hewlêr, Bexdayê eyar dike, Serok Komar muhtacî piştevaniya Serokê Herêma Kurdistane, tola helwesta pêşiyên Hevserokên YNK kir li babeta Heme Tewfîq Ellawî, Îran û Amerîkayê razî kir. Eve dîmena Kurdistanekî bihêz bû.

Her li vê demê da bû ku li Balîsan Ambulansên li sînorê devera kesk ji bo devera zer, quna xwe bi qûna hev ve dabû, jinekî dû canî derbasdikir. Bi nexweşxaneyê gihişt, lê belê zarokê wê mir, çend demjimêr li sînor vîze nedabûnê!

Her piçek wêvetir li Zînuya Wertê mijulbû Pêşmergeyên hevbeş û nehevbeş mîl(mîla bombeyê) bi hev ve bînin. Xwedê rehim kir. Dîsa Serokê Herêma Kurdistanê hate hawarê.

Xelk nefesekî kişand, nûçeya radestkirina Mistefa Selîmî li torên civakî peqî. Hikumet agahî lê nîne û lêkolînê dike. Mistefayekî din!

Ev bûyer ne tesadufin, zîncîrek rûdanin ku dixwazê Serokê Herêma Kurdistanê êdî wekî Serokê desthilata bilinda bi cîhkirinê, dest li ser wê rewşê da bigrê. Kurt û Kurmancî, YNK niha girêdayî wê partiya niha nabê. Ewê niha rûdide, handana YNK ye ji bo dû îdareyî ku ew jî wî dixwazin. Eve jî bi hizûra Goran hevpeymaniya PDK dikin. Îdareya serbixwe yekem daxwaza YNK ye ku Goran jî dûv wan dikevê.

Hengava duyem vekişana ji Hikumet û binpêkirina Goran jî li gel xwe da tîne. Eve ne blofe, ev serkirdayetî ji bo gefkirina PDK hatiye, eger eve bi wî neyê kirin wate pûç dibin. Bi PDK re dibêje: “Min dehf nede ez bi xwe diçim”!

Serokê Herêma Kurdistanê, hê jî dû dosyeyên hestiyarên Kurdistanê (Dosyeya Emnî û Pêşmerge) yek alî nekiriye. Her dû jî bi qanûn li bin desthilata Serokê Herêmê dane. Serokê Herêma Kurdistanê li dema derbasbûyî de karî cihê bawerî û biryara partiyên Kurdistanî bê, serkirdayetiya niha ya YNK jî her wiha lê temaşe dikin. Lê belê girînge Asayîş û Pêşmerge neku her yek bigrin, belku bibin dû dezgehên niştimanî ku derveyê hemû gengeşeyeke siyasî bin. Heman demî de pêwîste ku Dawakarê Giştî û Sîstema Dadwerî jî bibê ew damezraweya ku biryare kes li yasa serwertir nebê! Dibe ku ew mezintirîn gefên li ber Serokê Herêma Kurdistanê bin. Wê demê ku siyaset li Kurdistanê ji qaliba emnî derdikeve derve.

Ji bo rêxistin û bi niştimanîkirina dezgehên Asayîş û Pêşmergeyên Kurdistanê (Li nav dû kewanan da jî Dezgeha Dadweriya Kurdistanê) heqe YNK û PDK biceribînin. Bila Serokayetiya Herêma Kurdistanê bixe ber wê bijardeyê ku divê wekî yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê da hatiye, ew dû damezraweye bêne niştimanî kirin û ser bi Serokayetiya Herêma Kurdistanê bin, Dezgeha Dadwerî jî wekî yek ji desthilatan bê. Serbixwe neku ser bi kes û aliyek.

Rêbwar Kerîm Welî

Back to top button